Efreh Şewqî: Guhertina Zagona Rewşa Kesane rewşa jinan dike xeterê
Çalakvan û rojnamvana jin a Iraqê Efreh Şewqî guhertinên di Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê de şermezar kir û diyar kir ku ev guhertin wê pirsgirêkên civakî kûrtir bike û fikarên li ser mafên jinan zêde bike û xeterê bi xwe re bîne.
MALVA MUHEMED
Navenda Nûçeyan – Guherînên ku parlamentoya Iraqê di Zagona Rewşa Kesane de kirine, ji aliyê gelek rêxistinên sivîl, mirovî, hiqûqî û rêxistinên jinan ve rastî nerazîbûnên mezin hat. Welatiyên Iraqê tekez dikin ke ev guhertin wê bi xwe re felaketên mirovî bîne û bi binpêkirina mafên jin û zarokan pênase dikin.
Iraq di van demên dawî de bûye şahidê şikestinên siyasî û civakî. Herî dawî parlamentoyê bi riya deanûstandinên siyasî yên di navbera blokên serdest de pêşnûmeya guhertina Zagona Rewşa Kesane qebûl kir. Ev guherîn ewlehiya hcivakê têk dibe û rîskên qanûnî zêde dike. Di heman demê de mafê jin û zarok binpê dike.
'Guhertinên zagonê ji pirsgirêkên jin zêdetir dike'
Derbar rewşa civakî li Iraqê Çalakvan û rojnemevana Iraqî Efreh Şewqî ev tiştî got: "Di van demên dawî de jinên Iraqê di gelek aloziyan re derbas dibin û bandorê ser rewşa wan dike. Zehmetiya herî zêde jin pê re rûbirû dimînin guherînên ku di Zagona Rewşa Kesane de pêk çêbûne ne. Ev guhertin jî pirsgirêkên jinan zêde dikin û rewşa wan dixe xeterê. Jinên Iraqê ji bo derxistina hin zagonên ku mafên wan diparêzin û ji bo pêkanîna jiyana hevbeş gelek hewl da, lê parlamentoya Iraqê ku temsîla civakê nake zagonên ku nakevin xizmetên gel û jinan erê dike. Civîna guhertina Zagona Rewşa Kesane ji aliyê rêxistinî ve xerabtirîn rûniştina parlamentoya Iraqê bû, rastî nerazîbûnan hat."
'Divê jin yekrêziya xwe xurt bikin'
Efreh Şewqî bal kişand ser nerazîbûnên ku der barê guhertina Zagona Rewşa Kesane de derketine û wiha pê de çû: "Gelek rêxistinên jinan di civaka sivîl de li dijî vê biryarê bertekên xwe nîşan dan. Bi rêya çalakiyên xwe jî ev guhertin bi tundî şermezar kirin. Di heman demê de gelek panel û komxebatên xwe li dar xistin ji bo nîqaşkirina li ser aliyên neyînî yên vê biryarê û bandorên wê yên ser civakê. Bi riya van diyalogan ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve gelek tevgerên erênî derketin ku yekrêziya xwe xurtir bikin û hewldanên çewisandinên mafên jinan, têk bibin."
'Jinên di parlamentoyê de nûnertiya jinên Iraqî nakin'
Di berdewamiya gotinên xwe de Efreh Şewqî bal kişand ser hebûna jinan di nava parlamentoyê de û wiha pêl da gotinên xwe: "Gelek parlamenterên jin dikaribûn bigihîjin cihên parlamentoyê bi riya piştevaniyên partiyan an jî blokan lê ew ne xwediyên wan wesfên ku parastina mafên jinan dikin. Tenê hewl didin nêrînên partiyên xwe bi cih bînin. Gel dizane ku jinên di meclisan de cih digrin nûnertiya wan nakin. Parlamenterên jin ên Iraqê ne xwediyên nêrîneke femînîstî ne, fikrên wan li gorî zihniyeta mutleq a baviksalarî ye."
'Tevî nerazîbûnan hat erêkirin'
Der barê pêvajoya ku biryara guhertinê hatiye erêkirin û li dijî xizmetên gel e jî wiha dibêje: “Dengdana ji bo guhertina Zagona Rewşa Kesane ne sosret bû, vê dawiyê parlamento amadekariyên xwe dikir ku ji bo xwendina yekem û duyemîn pêşkêşî parlamentoyê bike. Di nava meclisê de li ser cîbicîkirina wê gengeşiyeke mezin hat kirin û di dawiyê de ev guhertin ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê Mehmûd El Meşhedanî ve hat erêkirin. Nerazîbûnên ji bo vê guhertinê paşguh kir. Tevî ku ji aliyê rêxistinên jinan ve ev biryar hat redkirin jî dîsa meclisê guh neda û bi îsrar li ser derbaskirina wê erê kir. Her wiha guhertina di qanûnê de ji aliyê parlamenterên ku di rûniştinê de îtîraz kirin, rastî gelek nerazîbûnan hat. Di heman demê de civaka Iraqê ya li Fransayê jî gelek çalakî li dar xistin û van guhertinan red kirin."
'Ev guhertin xwe dispêre qûralên şerîatê’
Efreh Şewqî diyar kir ku ev guhertin wê bi xwe re pirsgiêkên di nava mezheb û olên civaka Iraqê ava bike û wiha domand: "Ev guhertin di cewhera xwe de ji bo cudekariya di navbera pêkhateyên Iraqê de pêk bîne ye. Piştî erêkirina guhertinan di mezheba El Ceferî de zarokên 9 salî dikarin bizewcînin û di zagona berê de ev yek qedexe bû. Her wiha di vê guhertinê de dayik piştî zarokên wan 2 salî dibin ji wergirtina wan bêpar dimînin. Di heman demê nikarin para xwe ya mîrasê jî bistînin. Guherînên ku di Zagona Rewşa Kesane de pêk hatine xwe dispêrin hiqûqa Îsalmî. Adet û kevneşopiyên civakê jî bandora xwe li peymanên zewacê dikin ku piştî li dadgehê peymana zewcê çêdikin berê xwe didin şêxê eşîrê vê zewacê helal bike. Di biryarên civakî de roleke mezin a şêx û mêrên oldar heye ku civak li gorî wan tevdigerin."
'Têkoşîna xwe li dijî bêmafiyê xurtir bikin'
Efreh Şewqî tekez kir ku divê guhertinên di zagonan de bikevin xizmetên civakê, piştevaniya xwe ji jinên ku vê biryarê red dikin re ragihand û wiha bi dawî kir: "Divê zagonên heyî bikevin bin xizmeta civakê. Zagona Rewşa Kesane ya ku hat guherandin ji dadgeran zêdetir girîngî da raya oldaran. Ez piştgiriyê didim her jina ku van guhertinan red dike. Banga min ji jinan re ew e ku têkoşîna xwe li dijî bêmafiyê xurtir bikin û parastina mafên xwe bikin. Her wiha riya têkoşerên jin ên ku ji bo bidestxistina mafên jinan bedel dane, bişopînin."