Du xwişkên xwepêşander wek namzetên Xelata Sakharov a 2026’an hatin bijartin

Du xwişkên cêwî Taraneh û Romîna Rehîmi ku cezayê darvekirinê û 25 sal cezayê girtîgehê li wan hatî birîn, wek namzetên Xelata Sakharov a 2026’an hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan – Xwişkên cêwî Taraneh û Romîna Rehîmî yên ku piştî xwepêşandanên di Çileya 2026’an de li Esfehanê hatin girtin, di nav sê namzetên dawî yên ji bo Xelata Sakharov a Parlamentoya Ewropayê ya 2026’an hatin hilbijartin. Li Taraneh Rehîmî cezayê darvekirinê û li Romîna Rehîmî jî 25 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn.

Ji bo xelatê hatin destnîşankirin

Di 19’ê Cotmeha 2026’an de, Komîteyên Karûbarên Derve û Geşepêdanê yên Parlamentoya Ewropayê her du xwişk, li gel Dadgeha Cezayê Navneteweyî (û berpirsên wê) û parêzer û serokê opozîsyonê yê Tanzanyayî Tundu Lissu, wek sê namzedan ji bo xelatê destnîşan kirin.

Taraneh û Romîna Rehîmî ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve wek nûnerên kesên ku rastî zilm û zordariya hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê hatine, hatin pêşniyarkirin. Ev pêşniyarkirin di demek ku doza her du xwişkan û cezayên giran ên li wan hatine birîn de, bala saziyên Ewropî kişandiye.

Li gorî raporên hatine weşandin, ev herdu xwişk di nav bersûcên doza ‘Meydana Şehîdan’ a li Esfahanê de ne û niha li Girtîgeha Dewletabad a bajêr têne girtin. Parlamentoya Ewropayê di biryarnameyek berê li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê de, bal kişandibû ser rewşa Taraneh Rehîmî û xwepêşanderên din ên girtî û daxwaza betalkirina cezayên nakok, rawestandina darvekirinan û serbestberdana girtiyên siyasî kiribû.

Di 16’ê Kanûnê de merasîm dê bê lidarxistin

Xelatgirên Xelata Sakharov a 2026’an, dê sibê ji aliyê Konferansa Serokên Parlamentoya Ewropayê ve bên hilbijartin û ragihandin. Merasîma xelatdayînê dê di 16’ê Kanûnê de li Strasbourgê bê lidarxistin.

Parlamentoya Ewropayê ji sala 1988’an vir ve, Xelata Sakharov a ji bo Azadiya Ramanê dide kes û rêxistinên ku di parastina mafên mirovan û azadiyên bingehîn de dixebirin. Di sala 2023’an de, ev xelat dabûn Jîna Emînî û tevgera şoreşger a ‘Jin, Jiyan, Azadî’.