‘Divê saziyên alîkariyê ji bo pirsgirêka avê bikevin nav tevgerê’

Dewleta Tirk ya ku av li ser gelê Hesekê qut dike, qutkirina avê weke çekekî şerê teybet li hemberî gel bikar tîne. Jinên Hesekê li dijî vê pêkanînên dermîrovî daxwaz kirin ku saziyên alîkariyê bikevin nav tevgerê.

DELAL REMEZAN

Hesekê – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî piştî di sala 2019’an de bajarê Serêkaniyê ya herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kir, ava Îstasyona Elok qut kir. Bi qutkirina avê re bi sedhezaran mîrov bê av ma, bajarê Hesekê û derdora vê jî bi tankeran pêdiviyên xwe yê avê dabîn dikin. Her wiha Rêveberiya Karûbarên Avê ya Rêveberiya Xweser di 3’ê Hezîrana 2023’an de bi vekirina bîrên avê ji bo şêniyên herêmê û yên li kampan dijîn çareseriyên alternatîf amade kir.

‘Nêzî 10 meh e av nayê’

Hevseroka Rêveberiya Karûbarên Avê ya Hesekê Fatima Al-Damen diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta tirk li bajarê Hesekê her av tê qutkirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta tirk piştî ku bajarê Serêkaniyê dagir kir ava bajêr jî qut kir. Bi qutkirina avê re li dijî gel şerê taybet dide meşandin. Ji roja dagirkeriyê ve av carcaran dihat qutkirin lê ev nêzî 10 meh e av bi temamî hatiye qutkirin.”

‘Gelê heremê neçarî avê bîrê ne’

Fatima El-Damen destnîşan kir ku gelê bajêr niha girêdayî ava bîrên gundê "Şumuka" û tankeran in û da zanîn ku ev yek pir caran têra xelkê nake û wiha berdevam kir: “Gelê heremê neçarî ava bîrê ya ku tenê ji bo cil şûştinê û paqijiyê ye hatiye kirin. Gel hewcedariyên xwe yên avê ji çavkaniyên nenas û gelek caran tankên qirêj peyda dikin.”

‘Em her sihar ji bo hemî depoyên heremê av belav dikin’

Fatima Al-Damen di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi hatina havînê re mexdûriyeta gel hîn zêdetir bûye û wiha pê de çû: “Tevî ku nêzî 64 tankerên Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê û nêzî 800 tankerên sivîlan hene jî, pêwîstiya gel a avê nayê peydakirin. Ji ber çavkaniyên nenas yên avê di nav gel de pirskirêkê rovî, nexweşiyên cerm û enfeksiyon rû didin. Weke midûriyetê ji bo pêdiviyên gel ên avê bi cih bînin me çareseriyên lezgîn girtin. Em dixebitin ku ava vexwarinê li gorî derfetên heyî peyda bikin. Her sihar ji bo hemû depoyên herêmê avê belav dikin. yê mayî jî bi rmya komûnan li ser gel belav dikin. Her wiha dema dîsa dimîne em li ser saziyên xizmet, perwerdê û nexweşxaneyan belav dikin. ji ber vê yekê av têrê her kesî nake û çavkanî her ku diçe kêm dibe. Rêvberiya Xweser ji bo pêwîstiyên gel yê avê çareser bike li ser projeyên bîr kolandinê dixebite.”

‘Ev 5 sal e em pirskirêka avê dijîn’

Tufaha Al-Khalifa a ku li Hesekê dijî diyar kir ku ev 5 sal e pirsgirêka avê dijîn, her wiha got ku bi taybetî hatina havînê re ev zehmetiyên dijîn hîn zêdetir dibe û wiha got: “Ji ber ku pir buha ye em nikarin ji tankeran avê bikirin. Rewşa aboriya gelek kesan ne baş e. Ji ber ava ku tê dabîn kirin ne bi tendirûste gelek nexweşî çêdibin. Em bendê ne ku ji bo pirskêrêka qutbûna avê çareseriyên radîkal were kirin. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku ji bo peydakirina pêdiviyên avê yên hemû taxan tevbigerin.”