“Divê pergala xweparastinê were avakirin”

Însyatîfa têkoşîna ji bo azadiyê li dijî qetilkirina jinan bal kişad li ser qetliamên jinan yên li Misir û Cezaîrê û diyarkirin ku divê li dijî tundîtûjiyê xwe bi rêxistin bikin û pergala xwe ya parastinê ava bikin.

Navenda Nûçeyan – Însyatîfa têkoşîna ji bo azadiyê li dijî qetilkirina jinan der barê qetilkirina jinan a li Misir û Cezaîrê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Jin bi rêbazên cûda tên qetilkirin

“Ji destpêka sesala 21’an û vir ve li cîhanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ jin ji bo maf û azadiya xwe têkoşînê dikin. Zihniyeta mêrsalarî ji bo desthilatdariya xwe kontrol bike îrade û azadiya jinê xesp dike. Jin bi rêbazên cûda tên qetilkirin. Naîra Eşref ku serê hate jêkirin, Salma Bahjat a ku bi kêrê hate kuştin, Kholud Derwisha ku hat xeniqandin û Rima Anana ku hetî şewitandin mînakên herî berbiçavin. Zewacên ku li ser temelên saxlam nehatîn avakirin, weke qefesek ku jiyana mirovan dixwe bin zextan lê tê. Ji ber vê ji bo civakek asayî û azad were afirandin ji berya her tiştî divê şoreşek ya zihnî were kirin. Zîhnyeta ku heye ji bo kontrola mirovan bixe bin destê xwe de dixwaze zordestiya xwe ava bike û hêrsa xwe jî arasteyî jinan dike. Divê jin vê zîhnyetê nepejirînin û li berxwe bidin, medyaya dijîtal di belavbûna tundîtûjiyê de rol dileyîze. Li Misir, Cezayîr û welatên din rêbazên felaket ku di van bûyeran de hatine bi karanîn minakên herî berbiçav in. Beriya hemû tiştî em hemû sîstem, yasa û keveşopiyên bi zîhniyeta mêr şermezar dikin. Ya dûyem jî li dijî hemû rêbazên tundî, bê edaletî û kuştinên li beramberî jinan tên kirin bibin xwedî tevgerek ya jinan. Li ku derê be bila bibe zîhnyeta ku azadiya jinê nexwaze divê jin jin jiyankirina xwe bine ziman. Ya sêem divê em weke jin xwe di asta civakê de rêxsitin bikin û li bermaberî hemû cûrên tundî û zilmê mekanizmaya xwe parastinê ava bikin. Hewil bidin têgeha zewaca bijarte û bê par hêlanê bûgeherîn. Ev wê bibe bingehê jiyanek azadî û bi demoqratîk were meşandin.”