Di sala 2024'an de li Rojhilata Navîn destkeftî û têkoşîna jinan -1

Li ser erda Rojhilata Navîn rêzebûyerên bi lez û nakokî rû dan. Hem di aliyên jiyanî û hem di aliyê kar de îsal ev erdnîgarî di gelek nakokî û şeran re derbas bû. Yên ku herî zêde ji van mijar û nakokiyan para xwe girtin û zirar dîtin, jin bûn.

Navenda Nûçeyan – Di sala 2024'an de Filîstîn, Lubnan Sûdan Yemen û Sûriye di gelek bûyerên bi lez re derbas bûn. Ev bûyer di heman demê de û mîna hev bûn. Jinan li van welatan liber xwe didan û li hember şeran û rewşên dijwar rabûn. Li hember koçberî, birçîbûn, bêparhiştina ji xwendinê, binpêkirina mafan û têkoşîna li hember hemû cureyên tundiyê û her wekî din diman.

Jinên Tûnis, Misir Lîbya û Mexribê li ser asta kar di warê mafên jinan de kar dikirin. Ji ber feraseta mêrsalar a ku wan zagonan disepîne, bi gelek astengiyan re rû bi rû diman. Di vê salê de têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan bi hemû awayan û li ser hemû astan, a herî xurt bû.

Yek ji çalakiyên balkêş ên jinan a li Rojhilata Navîn, 4. Konferansa Komeleya Tûnisê ya Jinên Demokrat bû. Konferans, di 2'yê Mijdarê de bi sernavê 'Jinên Berxwedêr, Jinên Hevgirtî' hat lidarxistin. Di konferansê de balê kişandin ser rewşa jinan li Tûnisê, Afrîka û Rojhilata Navîn. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku rewş gelek nebaş e û li dijî hemû jinan e, divê hevgirtin hebe. Her wiha hate destnîşankirin ku komele konferansa xwe di rewşên dijwar de lidar dixe.

Filistîn, Sûdan û Yemen

Filistîn jî mîna herêmên din ên Rojhilata Navîn bi gelek êrîşan û kontrolkirinê re rû bi rû ma, lê belê çîroka wê ji salên 40'î yên sedsala 20'an de tevlihev bû. Pê re doza mafên jinan bi nakokî bû. Filîstîn bû doza Ereb û Mislimanan û cihê jina Filîstînî ji bo têkoşînê nema, ger ne ji bo xakê be. Rêjeya tundiyê ya li dijî jinan li zîvala Xezayê zêde dibe, ji ber ku şer ji sala 2023'an ve berdewam dike. Hem tundiya di nav malbatê de, hem jî tundiya ji aliyê hêzên Îsraîlê ve. Daxwaza li ser xizmetkirina wan zêde dibe. Di demeke ku kesên xilas bûne nikarin xwe bighînin edaletê de, ji ber ku sîstema yasayî di dema şerê dewamî de hilweşiyaye.

Destdirêjiyên rojane yên ku hêzên Îsraîlê dikin, dihêlin jin û keç bi rêjeyên bilind werin qetilkirin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî jin û zarok bi rêjeya ji sedî 70 dibin qurbanî û ji sedî 75 jî birîndar in. Komeleya Wîfaq a baldariya jin û zarokan dike û ew bi xwe hevkara xwecihî ya saziya Action Aid Filîstînê ye, diyar kir ku rewşên tundiya civakî jî mîna tundiya malbatî, ji ber zextên li hember malbatan derdikevin holê yan jî di encama westandina ji ber koçberiya bi darê zorê ya dubare ye. Li kêleka wê, rewşên destdirêjiya gotinî û zayendî li cihên qerebalix û ne ewle zêde bûne.

Stratejiyên tevgerên jinên Filîstînî yên li hember tengasiyan

Tevî van tengasiyan, tevgerên jinên Filistînî berxwedana xwe bi israr didomînin. Çalakvanan bi riya danîna stratejiyên cuda yên ji bo hişyariya civaka xwecihî û navdewletî ya derbarê rastiya jinên Filistînê de, dikarîbûn gelek destkeftiyan bidest bixin. Ew jî bi riya derxistina gelek daxuyaniyên ku balê dikşînin ser azarên jinên Filîstînê û rola wan a di berxwedanê de bû. Armanca wan, belavkirina hişyariyên derbarê dozên li hember jinên Filîstînî de û destnîşankirina xwecihî û navdewletî bû. Bi van dozan û çêkirina bangên komkirina îmzeyan, ji bo piştgiriya dozên wan ev çalakî pêk dianîn.

Ev kampanya hewl didin bala civaka Navneteweyî bikşînin û piştgiriya gelêrî ya bi doza Filistînê, derxin holê. Di encamê de ji bo ku tevbigerin û gavên berbiçav bavêjin, zext li ser çêkerên biryaran çêdibe. Lidarxistina gelek konferansên xwecihî yên xurtkirina hişyariyan, vexwendina beşdariya li çalakiyên alîkariyan, xwepêşandanên birêxistinkirî, beşdariya çalakvanên jin a li konferansên navdewletî û erebî, ji bo aşkerakirina rastiyan û zelalkirina bandora dagirkeriyê û şerên li ser jinên Filistînê.

Tevî hemû zehmetiyan tevgera jinên Filistînî gelek destkeftî bidest xistin. Ev yek cihê wê û karîna wê ya bandorê xurt dike. Her çiqas bêdengiya erebî bi bandor be jî, li pêşiya pêkanîna hedefên jinên Filîstînê nebûn asteng. Her wiha beşdariya di konferansên navdewletî û civînên neteweyî yên jinan de, alîkarî kirin ku ji bo balkişandina ser azarên jinên Filistînî û balkişadina navdewletî ber bi doza wan ve. Ji ber ku ev piştgiriya navdewletî, ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê wek hêzeke zêde ya tevgera jinan e.

Sûdan: Tundiya zayendî çeka şerê zilamperest e

Her wiha Sûdan heta niha ji ber şerê ji beriya zêdetirî salekê ve ber bi wêranbûnê ve diçe. Di encama şer de bi milyonan welatî ji malên xwe derketin û binesaziya welat rûxiya. Navendên tenduristiyê û nexweşxane ji xizmetê derketin û birçîbûn belav bû. Li gorî Komîsyona Mafên Mirovan ji sedî 70’yê rewşên tundiya zayendî, ji aliyê leşkerên ku cilên hêzên piştgiriya lezgîn li wan in ve hatine kirin. Li kêleka wê, rapora Human Rights Watch binpêkirinên li dijî bi dehan jinan û keçan belge kiriye. Temenê wan, di di navbera 7-50 salî de ye.

Li gor rêxistina jinan li herêma sedsala Afrîkî "SIHA", zêdetirî ji sedî 90’ê rewşên destdirêjiya li dijî jinan, di nav destdirêjiyên komî de ne. Kiryar li malên wan yan jî piştî revandina wan û kolekirina wan a di warê cinsî de, li ber çavên malbatên qurbaniyan pêk dihatin.

Tora Wekheviya Cureyî ya Jinan, ji bo şermezarkirina van binpêkirinan di navbera Îlon û Mijdarê de li Sûdanê gelek civînên diyalogê, di bin sernavê 'Em Nikarin li Bendê Bin' lidar xistin. Armanca van civînan, çêkirina hevpeymaneke giştî û cuda ya bi ajandeyên hevbeş ên jinan bû. Ji bo piştgiriya beşdariya wan a di proseyên aştî û ewlehiyê de û xurtkirina rola wan wek çêkerên guhertinê di civakên wan de.

Jinên Sûdanê li hember paşguhkirina civakî ya têkbirina mafên wan û dûrxistina wan, di warê siyasî û civakî de ji hemû mafan bêpar man. Konferansa jinan wek gaveke mezin di jiyana jinan a li Rojhilatê Sûdanê de bû. Ev yekem konferans bû ji bo jinên Rojhilatê Sûdanê. Gelek dozên girîngiyê didin jinan, li Rojhilatê Sûdanê hatin nîqaşkirin. Perwerde, tenduristî û xurtkirina aborî, her wiha beşdariya siyasî ku di bin serenavê 'Jin şaristaniya welat e' de bû jî çend ji van mijaran bûn.

Panela Cami ya jinên Sûdanî ev daxwaz kirin; parastina yekîtî û xurtkirina rêveberiya yasayê û pêkanîna aştiya giştî, qedexekirina tundiyê, nakokiyên hundirîn û beşdarkirina jinan a li dozên şer û aştiyê û çêkirina biryaran.

Sekreteriya karûbarên civakî ya Sûdanê, panela Cami ji jinan re li bajarê Denqila li eyaleta bakurî ya Sûdanê lidar xist. Armanc ew bû ku dozên jinan di aştî û şer de nîqaş bikin. Panel di bin dirûşmeya “Jin di komkirin û jinûve avakirina jiyanê de careke din e” hat lidarxistin û ji gelek derdoran  gelek jin beşdar bûn.

Beşdarên jin ên di konferansa ku rêxistina 'Raidat Fid' lidar xist de balkişandin ser rola jinên Sûdanê ya di avakirina aştiyê û jiyana aştiyane de, xwestin ku jin di dozên şer û aştiyê û cihê biryaran de cîhê xwe bigirin.

Sûdan û rewşên destdirêjiyê dozeke tevlihev e û divê bê çareserkirin

Li kêleka êş û azarên şer ên barê welatiyên Sûdanê zêdetir giran kiriye, rewşên destdirêjiyê jî gelek zêde bûne. Di vê salê de raya giştî bi tevahî ev mijar sereke digirt dest, ji ber wê bertek û daxwazên têkoşîna li hember van kiryaran di hundirê Sûdanê de zêde bûn û daxwaz hatin kirin ku bikaranîna bedena jinan di şer û nakokiyan de sînordar bibin. Rapora wan destnîşan kir ku ji roja yekê ya şer ve cureyên cuda ji tundiya zayendî derketine pêş, piraniya wan girêdayî hêzên piştgiriya lezgîn û cihên kontrola wan bûn.

Torê destnîşan kir ku “gelek cureyên hêzên piştgiriya lezgîn ji bo kiryarên xwe pêk bînin bikar tînin” heye û ev agahî dan: “Hemû jî xwe dispêrin revandina jin û keçan û wendakirin û destdirêjiya li wan. Hin caran jinan beramberî pereyan ji malbatên wan distînin, yan jî jinan ji bo hewcedariyên zayendî û karê malê li cem xwe dihêlin. Destdirêjiyê li jin û keçan dikin, wek tolhildan û ferzkirina desthilatdariya xwe.”

Li beramberî vê yekê jinên Sûdanê kampanyayek li dijî kiryarên li dijî jinan birêxistin kirin. Kampanya “Bi hev re li dijî destdirêjî û tundiya zayendî”, di 24'ê Gulanê de bi riya civîneke çapemeniyê ragihandin.

Yemen: Rastiya şer û nakokiyên berdewamî

Li Yemenê jî qeydên li ser azadiya jinan û keçan li gelek herêman zêde bûne. Li Bakurê welat jin nikarin serbixwe kar bikin. Ji ber “sîstema mehrûmkirinê ya ku dibêje pêwîst e jin bi zilamekî re be heta bikaribe here û were.” Ev yek rola kedkarên di warê alîkariya mirovî de yên ji bo peydakirina xizmet û piştgiriya zindî, sînordar dike. Nêzî 7 milyon jin li Yemenê hewceyî gihîştina xizmetên tundiya civakî û serîrakirina li hember wê ne. Lê mixabin ew xizmet pir sînordar in û li hin herêman bi temamî tunene.

Nakokiya ku ev 10 sal in berdewam dike, barê jin û zarokan gelekî giran kiriye

Li Yemenê ji ber tundiyê, mafên jinan di salên dawî de gelek paşve çûne.  Zêdebûneke berbiçav di rewşên tundiya li dijî jinan a li Yemenê de heye. Di nav de qetilkirina bi destê hevjîn yan jî yek ji xizman jî hene. Li kêleka wê bûyerên destdirêjiyê û destavêtinê di dema lawazbûna sîstema dadwerî û nebûna edaletê de jî. Girîngiyeke pêkanîna lêvegera li yasayên taybet heye. Her wiha bi mafên jinan û parastina wê ya ji tundiya malbatî û cinsî jî. Ev yek, ji bo danîna cezayên giran a li ser sûcdaran û sazkirina yasayan pêwîst e.

Sûriya di navbera krîz û hewldanên çareseriyan de

Li Sûriyê jî di salên beriya niha de jin bi gelek helwestan re rûbirû man. Ji redkirina tundiyê bigre, heta binpêkirinên di warê siyasî û civakî de ferzkirî. Her çiqas Sûriye bi şer û nakokiyan re rû bi rû be jî, ew rûbera birêxistinkirina jinan e û mînak û tecrubeyên vê yekê jî hene. Bilindbûna dengê jinên Siweydayê ku li rûbera Kerame derketin xwepêşandanan û daxwaza mafên xwe kirin, bû sedem ku di Kanûnê de jinek bibe Parêzgera Siweydayê. Ev wek tacek e ji berxwedana jinan re. Ev cara yekê ye li Sûriyê jin ji bo rêveberiyeke wiha tê bijartin. Ev yek gaveke Siweydayê ber bi garantiya wekheviya di berpirsyarî û erkan de ye û rêzgirtinek ji pirrengiyê re ye. Her wiha derxistina rûyê şaristaniya welat e. Mirov nikare serkeftina mînaka saziyan û siyasî ya li ser destê jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh bike. Ji ber ku gelek guhertinên girîng di civakê de, bi taybetî jî di warê jinan de.

Li gorî teşeyê Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbyayê, Kombûn ji hejmarek komîteyan pêk tê. Her komîteyek karekî dike û meclîsên kombûnê serpereştiya wan li her çar kantonan dike. Mîna komîteya lihevanînê, ragihandin, çand û huner û tenduristiyê û aborî. Her wiha komîteya têkiliyên dîplomasî ya kar ji bo ku bighê hemû jinan, li ser berfirehkirina têkiliyên dîplomasiyê di hundirê Sûriyê û Rojhilata Navîn û cîhanê de, kar dike .

Jinan di Kombûna jinên Zenûbyayê de kedek û berxwedaneke mezin nîşan dan. Navê vê kombûnê dengekî mezin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de veda û wek kombûnek ku baldariyê dide dozên jinan û karûbarên wan, hat naskirin. Tevî hemû zehmetiyan jî destkeftiyên mezin bidest xistin û heta niha di pêkanîna armancên hîn mezintir de, xebata xwe didomînin.

Meclîsa Jinên Sûriyê jî wek siya siyasî ya kar a li ser komkirin û birêxistinkirina jinan û belavkirina hişyariya siyasî û fikrî ye. Meclîsê konferansa xwe ya duyemîn di vê salê de li bajarê Helebê lidar xist. 250 delegeyên ji hundir û derveyê Sûriyê di konferansê de amade bûn.

Di şerê Sûriyê de herî zêde jin zirar dîtin

Li gorî Malaçavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), yên ku herî zêde ji şerê li Sûriyê zirar dîtine jin in. SOHR’ diyar kir ku di sala 2024’an de 227 jin hatine qetilkirin, 92 ji wan bi kiryarên qetilkirinê û 27 ji wan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dane. 14 ji wan bi bombebarana dewleta Tirk a dagirker hatin qetilkirin. 9 ji wan di rewşên nediyar de û 3 jî li ser destê çeteyên DAIŞ'ê.

Metirsiyên ji ber vegera desthilata tundrew û cîhadîst a bi giştî li ser civakên Rojhilata Navîn bi taybetî jî jinan, derdikevin pêş. Bi taybetî li Sûriyê, Lubnan û Iraqê ji dozên qirêj ewê krîzên civakî çêkin, ger ev fikir belav bibe. Ji ber ku cîhadîstî û mêrperestî rûyê van rêxistinên terorîst e. Di sala 2025'an de dosyayên girîng dê derkevin holê û wê berxwedana jinan nîşaneya xuyayî ya dozên wan ên taloqkirî bin.