TAJÊ êrîşên li ser saziyên jinan şermezar kir
Li dijî êrîşa li ser sazî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê TAJÊ daxuyaniyek da û diyar kir ku ew van êrîşan şermezar dikin.
Şengal – Asayişa Silêmaniyê beriya du rojan di saetên beriya nîvroyê de bi awayekî hemwext, bi ser navendên Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), Rêxistina Niwêger a pêşxistina hunerî û Rêxistina Merziye ya eşkerekirina tawanên li dijî jinan de girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê hemû sazî û rêxistinên jinan bi dare zorê girtin.
Li dijî vê êrîşê gelek nerazîbûn ji aliyê sazî û rêxistinên jinan ve hatin nîşandan. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyek li navenda xwe ya li Sinûnê da. Daxuyanî bi beşdariya endamên meclisa jinan û tevgera jinan hat dayîn û ji aliyê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hat dayîn.
‘Saziyên jinan parazvanên civakbûnê ne’
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Şemê Remo da zanîn ku her dem li pişta hêz û rastiya jinan e û wiha got: “Em piştevaniya kar û xebatên pîroz ên saziyên ku dibin deng û rengên jinan, saziyên ku hêz û rastiya jinan bi cîhanê didin naskirin saziyên jinan û rojnamevanan dikin. Tirsa desthilatdaran ji deng û rengê rastiya jinan heye ji bo wê jî ev sazî dibin hedefa êrîşên dagirkeran. Destihlatdar dizanin saziyên jinan rastî û hovîtiya zilam bi civakê didin naskirin ji bo wê jî wan dikin hedef. Em weke jin û pêşengên Şengalê piştgiriya her sazî û rêxistina jinan dikin. Her dema ku hovîtiya xwe zêde dikin, di serî de êrîşî rojnamevanan dikin û wan dikin hedef. Em êrîşên wan şermezar dikin.”
Şemê Remo di dawiyê de bal kişand ser lîstikên dijminan ên li dijî civaka Kurd û wiha got: “Mixabin her dema ku em dibêjin wê Kurdistan bibe yek, Bakur Başûr, Rojhilat û Rojava wê hemû bibin yek, dijmin êrîş dike û zextê dike ku dijminatiya hev bikin. Em jî dibêjin em van êrîşan şermezar dikin û tu carî qebûl nakin.”
‘Ragihandina jinan dengê rastiyê ye’
Endama dîplomasiya TAJÊ Zozan Simo jî li ser mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku desthilatdar, ji hêza jinan ditirsin ji bo wê wan dikin armanc û wiha got: “ Em weke Tevgera Jinên Êzidî li dijî êrîşên li ser jinan helwesta xwe diyar dikin. Ji bo ku dengê jinan dernekeve ragihandinê dikin hedef. Em qebûl nakin ku zulmê li jinan bikin. Civaka Êzidî 73 ferman dîtin lê ji ber ku rojnamevanek tunebû, wêneyek wan fermana nîn e. Lê di fermana 74’an de bi saya ragihandinê cîhanê hemû dengê me bihîst û êşa me dît. hêviya me ew e ku zulm li jinan neyê kirin û hemû jin serî rakin li hemberî zilmê.”
‘Divê jin têkoşînê mezin bikin’
Endama Meclisa Jinan a Serdeşta Şengalê Kinê Xidir jî ji me re axivî û wiha got: “Li Silêmaniyê navenda jinan, cihê ragihandina jinan, cihê rastî û heqîqeta jinan û mirovan, ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hat girtin. Jin rastiya civakê ne, doza mafên xwe dikin. Mafên jinan heye doza mafên xwe û hebûna xwe bikin. Her dem jinan dikin hedef li her dera cîhanê. Ger jin nebe jiyan nîn e. Daxwaza me ew e ku hemû jin serî rakin û têbikoşin, doza mafên xwe bikin, tu carî koletiyê qebûl nekin. Ji ber ku jin rast in, dirû û xiyanetkar nîn in; desthilatdar ji rastiyê û hêza wan ditirse û wan dike hedef.”