‘Wê nikaribin bi hincetên derqanûnî pênûsa me rawestînin’
Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî girtina şîrketa xwe li Navenda Metro daxuyanî da û ragihand ku sê roj in sedema girtinê nizanin û got: “Ev biryar binpêkirina zagona hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan e.”
Silêmanî – Di 31’ê Kanûna 2024’an de bi awayekî hemwext, hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger a Pêşxistina Hunerê, Rêxistina Merziye ya Jinan û Rêxistina RJAK’ê de girtin û her çar navendan girtin.
Şîrketa Gizingî Berbeyan têkildarî girtina şîrketa xwe li Navenda Metro ya li Silêmaniyê, bi beşdarbûna rojnamevan, çalakvan û akademîsyenan daxuyaniyek a çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Karmenda Şîrketa Gizingî Berbeyan Rojnamevan Tewar Adil ve hat dayîn.
Tewar Adil ragihand ku tevî 3 roj di ser girtina şîrketê re derbas dibe jî heta niha sedema girtinê nizanin. Her wiha diyar kir ku bêyî hinceteke hiqûqî girtina biryareke wiha binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan e.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Mixabin di 31’ê Kanûna sala borî de hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi ser ofîsa sereke ya Şîrketa Gizingî Berbeyan a ji bo hemû bernameyên televîzyonê û berhemanîna xebatên medyayê de girtin û hemû karên wê rawestandin. Bêyî ku biryarek zagonî yan jî fermaneke dadgehî were diyarkirin.
Tevî 3 roj di ser girtina şîrketa me re derbas dibe jî heta niha ji aliyên pêwendîdar û aliyên cîbicîkar ku berpirsên girtina şîrketa me ne, tu sedem û agahiyek fermî der barê girtina şîrketê de nehatiye dayîn. Di dema serdegirtina şîrketê de tenê gotin; hefteya li pêş serdana Asayîşa Herêmê bikin û tiştek din li ser biryarê nehat gotin.
Em li ser rakirina biryara li ser şîrketa me bi îsrar in. Ji ber ku şîrketa me bi fermî di 26’ê Kanûna 2017’an de ji aliyê Rêveberiya Tomarkirina Şîrketên Navxweyî ya bi ser Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê, bawernameya xwe ya damezirandinê ya bi hejmara 26077 girt. Tu pirsgirêkek zagonî nîn e bibe hinceta girtinê û bingeha biryareke wiha ji bo girtina karên şîrketa me.
‘Ev biryar binpêkirina mafan e’
Şîrketa Gizingî Berbeyan, şîrketeke hilberandina berhemên medyayê ye û peymana wê ya xebata ji Jin TV re heye û bernameyan amade dike. Di nava 7 salên borî yên xebatên me de, li gorî rêgez û zagonan kar hatiye kirin. Li ser şopa etîk û exlaqê medyayê û li gel bingeha karê rojnamevaniyê bûye deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, li ser mijar û pirsgirêkên jinan xebat meşandiye.
Lê girtina biryarek wiha ku tu hinceteke zagonî nîn e, binpêkirina zagonên hejmara 35 a sala 2007’an a Mafê Girtina Agahiyan a jimara 11 a sala 2013’an ku bingeha azadiya karê medyayê ya li Herêma Kurdistanê dabîn dike ye.
Em girtina şîrketa xwe bi binpêkirina azadiya karê ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê binav dikin û em di wê baweriyê de ne ku girtina vê biryarê û dezgeheke medyayê, careke din Herêma Kurdistanê bi giştî û sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî dixe nava bazina sor a tepisandina azadiya ragihandinê. Her wiha hinek din navê herêmê di warê karê ragihandinê de li ser asta navxweyî û derveyî biçûk dixe.
‘Tu biryarek wê dengê me qut neke’
Ji bo wê em bang li aliyên berpirsên derxistina vê biryarê û hemû aliyên pêwendîdar ên din dikin. Ger di xema azadiyê û karê ragihandin û gihandina dengê jinan de bin, bila demildest dawî li vê binpêkirinê bînin û dev ji çewisandin û tepisandina ragihandina azad berdin. Rê bidin ku şîketa me karên xwe berdewam bike û êdî astengî ji azadiya xebatên ragihandinê yên li Herêma Kurdistanê re dernexin.
Her wiha em bang li kesên azadîxwaz ên li Herêma Kurdistanê dikin ku di vê rewşê de piştevaniyê bikin, di heman çeperê de ji bo azadiya ragihandinê têbikoşin. Bi vê yekê rê nedin ku zêdetir ragihandina azad bi êriş û zextên siyasî, girtin û bêdengkirinê rûbirû bimîne.
Weke ku beriya niha jî me soz daye û niha jî em dubare dikin ku biryarên wiha bingehek wan a zagonî nîn e nikare dengê me qut bike û pênûsa me rawestîne. Berevajiyê wê ji bo bidestxistina civakek bi reng û dengê jinan û dûrî her cure tundiyê, xebat û têkoşîna xwe xurtir em ê berdewam bikin.”