Li Minbicê her ku diçe jiyan tarîtir dibe

Şêniyên bajarê Minbicê banga vegerê li QSD û YPJ kirin. Minbiciyan, dan zanîn ku piştî daketina çeteyan a Minbice destdirêjî, qetilkirin û koçberî zêde bûye, bajar di nav tarîtiyê de maye.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM

Hesekê – Li Minbicê her diçe rewş xetertir dibe. Komên çeteyên ku bajar dagir kirine, kiryarên derehlaqî didomînin. Şêniyên bajar xwestin ku hêzên QSD'ê (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) û YPJ'ê (Yekîneyên Parastina Jin) vegerin bajar û wan rizgar bikin.

Li Minbicê ji ber qerebalix û tunebûna ewlehiyê malbat û ciwan ji herêmê koç dikin. Jin jî bi zêdebûna rewşên revandin û destdirêjiyê, di nav mercên gelek xirab de dijîn. Şêniyên bajêr, bang li YPJ'ê kirin ku wan ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bike. Her wiha jinan bang li Hêzên QSD’ê kirin ku kantonê ji dagirkeriyê xilas bike.

Pêvajoyên ku Minbic tê re derbas bû

Der barê pêvajoyên ku Minbic di dema krîza Sûriyê de tê re derbas bûye de, şêniyên bajêr ji ajansa me re axivî. Jinek ku ji şêniyên Minbicê yên resen e û ji tirsan navê xwe yê rastîn negot, bi navê Sewsen Mişel nêrînên xwe anî ziman: “Bi krîza Sûriyê re gelek komên çete ketin Minbicê, lê belê hemû jî ji hev xirabtir bûn. Ji ber ku kiryarên wan li dijî gel, bi heman awayî bûn. Bi destpêkirina krîzê re Artêşa Azad ket herêmê û dest bi diziya mal û milkên welatiyan kir. Paşê DAIŞ'ê tarîtiya xwe li Minbicê ferz kir, ji revandina mêran û tirsandina jinan bigre heta qetilkirin û recmkirinê her tişt qewimî. Ango mirov dikare bêje ku rêxistineke terorîst bû. Minbic ji sala 2014'an heta 2016'an wisa ma, lê bi operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk û YPJ'ê rizgar bû.”

2016: Bajar ji tarîtiyê hat rizgarkirin

Bi têkoşîna YPJ û YPG’ê re di sala 2016’an de bajarê Minbicê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Şêniyên bajar vê dîrokê mîna rizgariya ji tarîtiyê pênase dikin. Sewsen Mişel ev dem, mîna demeke dîrokî ya di rastiya şêniyên Minbicê de û bi taybetî jî jinan de binav kir û wiha berdewam kir: “Hêzên QSD'ê YPJ'ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê roleke pîroz di vegera rûmeta xelkê bajêr de lîstin. Bi taybetî jî rola wan a di rizgarkirina jinan a ji tarîtiyê de hebû. Rizgarkirina Minbicê ji bo me mizgîniya jiyana nû bû.”

‘Piştî ji dagirkeriyê hat rizgarkirin gelek sazî hatin avakirin’

Sewsen Mişel destnîşan kir ku di dema rizgarkirinê de Hêzên QSD'ê li benda tiştekî nemane, tavilê li gorî planek rêxistinî meşiyane ku bajar birêve bibin. Sewsen bi van gotinan behsa wan rojan kir: “Piştî rizgarkirinê welatî birêxistin kirin û saziyên xizmet, perwerde, tenduristî, civakî, leşkerî û ewlehiyê ava kirin. Ji bo ku tevgerê û çalakiyan bi parastineke baş li bajêr vegerînin. Ev sazî di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de li kantona Minbicê hatin avakirin û bi salan karê xwe domandin.”

‘Hevbeşiyek di navbera saziyên leşkerî û sivîl de hebû’

Sewsen Mişel di berdewema axaftina xwe de da zanîn ku perwerdeyê li bajêr destpê kiriye, paşê derfetên kar ji her kesî re hatine avakirin û wiha got: “Bi taybetî ji jinan re. Jinan di dîroka Sûriyê de bi qasî ku di hebûna Rêveberiya Xweser de derfet dîtin, tu carên din nedîtin. Di hemû waran de kar kirin û bûn pêşengên civaka xwe. Ev hemû ji bilî pêşketinên Minbicê, di warê aborî, çandî û fêrkirinê de jî wisa bû. Tiştê cuda yê di vê rêveberiyê de, hevbeşiya di navbera saziyên leşkerî û sivîl de bû. Ango dema kesek gilî bikira wê mafê xwe bigirta. Her wiha kesên diziyê yan jî tiştek xirab bikira, hesab jê dihat pirsîn.”

‘Di dîroka Minbicê de ewqas nakokî çênebûne’

Der barê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku ji destpêka Kanûna 2024'an ve dest bi êrîşan kirine de jî Sewsen Mişel ev tişt anî ziman: “Piştî ketina çeteyên ku navê Artêşa Azad li xwe dikin û tu têkiliya wan bi azadiyê re tuneye, rêveberiya heyî hilweşiya, gendelî li bajêr belav kirin. Ev 25 roj in çete bajêr kontrol dikin. Rewşa qerebalix a ewlehiyê nayê vegotin. Li gorî dema niha di dîroka Minbicê de ewqas nakokî çênebûne. Dizî, talankirina malan, revandina ciwanan a bi armanca fîdyeyê gelekî zêde bûne. Rêveberiya wan jî tuneye ku hesab ji wan bipirse.”

‘Bi şev û roj em nikarin derkevin derve’

Der barê azarên jinan ên di dema dagirkeriya dewleta Tirk de Sewsen ev tişt gotin: “Em jin ditirsin ji malê derkevin. Ji ber ku beriya hefteyekê li kantonê zarokek 7 salî rastî destdirêjiya çeteyek El Emşatê hat. Welatî ji bo zarok û jinên xwe ditirsin. Ji ber ku çete amade ne êrîşî her malê bikin û keçên ku dikevin ber çavên wan, di bin gefa çekan de direvînin û dibin. Her dem jin dibin qurbanên şer, lê belê me ji vî şerê li ser bedena jin û zarokan dijwartir nedîtiye. Xizmetên ceyran û avê sekinîne û nan jî tune ye, ji ber ku çeteyan hemû ar dizîne.”

‘Ger wiha biçe dê kes li Minbicê nemîne’

Di dawiya axaftina xwe de Sewsen Mişel bang li hêzên Sûriya Demokratîk kir ku wan ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker xilas bikin. Sewsen, bangek taybet li YPJ'ê kir ku herêmê ji çeteyan xilas bike. Her wiha da zanîn ku bi taybetî jin bi gelek xeteran re rûbirû ne û wiha got: “Em dixwazin vegerin dema xwe ya bi ewlehî û aramî. Lê em nikarin vê yekê bikin ger ku hêzên QSD û YPJ’ê tune bin. Ji ber ku ji dema krîza Sûriyê heta niha em bi azadî û ewlehî nejiyane, ji bilî dema ku wan Minbicê diparast. Eger rewş wisa bimîne, dê kesek li Minbicê nemîne û her kes koçber bibe.”