Girtiyên siyasî ragihandin ku dawî li çalakiya boykotê anîne

Girtiyên siyasî diyar kirin ku çalakiya boykotê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dabûn destpêkirin bi dawî kirine û gotin, "Em ê bi çalakiyên cuda beşdarî hemleyê bibin."

Navenda Nûçeyan-Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiya xwe ya di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siasî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan dabûn destpêkirin di 4’ê Nîsanê de derbasî qonaxeke nû kiribûn. Girtiyan di 4’ê Nîsanê de biryar dabûn ku dadgehan boykot dikin û dernakevin hevdîtina bi malbatan re û bi telefonê bi malbatan re naaxivin. 

‘Em ê bi çalakiyên cuda tevlî hemleyê bibin’

Girtiyan têkildarî çalakiya xwe daxuyaniyeke nû dan. Di daxuyaniya ku di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de cih digire de hate destnîşan kirin ku li dijî tecrîda Îmraliyê girtî her berpirsyariya dikeve ser milê wan bi cih tînin û dê bicihbînin.

Di daxuyaniyê de çalakiyên li dijî tecrîda Îmraliyê ya 25 sal in berdewam dike di serdemên berê de hatine kirin hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: “Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’, heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin.”

Herî dawî bang li derdorên demokratîk, rewşenbîr û dostên gelê kurd hate kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ bicivin û bang li gelê kurd ê berxwedêr jî hate kirin ku hîn bi berpirsyarî tevbigere.