Dersîm Dag ji bo karkerê demsalî ji meclisê daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê kir
Parlamentera HDP’ê Dersîm Dag diyar kir ku karkerên demsalî bi taybetî karkerên jin gelek bêmafiyan dijîn û daxwaz kir ku der barê mijarê de li meclisê komîsyona lêkolînê were avakirin.
Navenda Nûçeyan- Parlamenetra HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ji bo pirsgirêkên karkerên demsalî werin lêkolînkirin û derbaskirin daxwaz kir ku li meclisê komîsyona lêkolînê were avakirin û diyar kir ku sedema vê xwestekê jî hêza kar a çadiniyê nîvê wê karkerên demsalî yên çandiniyê ne kar dikin û li gorî îstatîstîkan ji 3 milyonan zêdetir karkerên demsalî hene. Li gorî daneyên wezareta perwerdeya neteweyî 16 hezar û 193 xwendekar li gel malbatên xwe weke karkerên demsalî dixebitin. Karkerên demsalî yên çandiniyê ji sedî 95 di bin sînorê xizaniyê de dixebitin. Bi karkerên demsalî yên çandiniyê ên jin re rîska mirinê ji sedî 10 e ji bo zarokan 5 qat zêde ye û zarokên kesên wan nikarin biçin dibistanê.
Ji sedî 95 jin ji derveyî qeydê ne
Di daxwaznamê de hat diyarkirin ku di meha Gulanê de ku herî zêde çandinî tê kirin de bi hezaran karkerên demsalî yên çandiniyê dikevin riya koçberiyê û wiha hat domandin: “Piranî li bajaran karkerên demsalî li bajarên ku dijîn, derfetên kar nabînin, cihên ku diçinê lê kar jî dikin ji parastina civakê bêpar dimînin. Karkerên demsalî yên çandiniyê ji nîvî zêdetir ji jinan pêk tên.”
“Ewlehiya civakî nîn e”
Ji ber ku tu zagonên taybet ji bo karkerên demsalî yên çandiniyê nîn in, ev karker ji ewlehiya civakî bêpar dimînin. Li hemberî karkerên demsalî tu derfetên weke avahî, perwerde, tendirustî, ewlehî, têkiliyên civakî, karkirin û mijarên weke ewlehiya civakê ne ji aliyê dewletê ve ne ji aliyê yên kar didib nayê pêkanîn. Karkerên demsalî di bin sînorê xizaniyê û bêewlehiyê de dijîn, gelek caran di erdnîgariyek ku nas nakin de rastî êrîşên nijadperestî û biçûkdîtinê tên û di heman demê de di şertên bê tendirust de di dema rêwîtiyên dirêj de jiyana xwe ji dest didin.
“Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê komîsyon were avakirin”
Tevî evqas sedemên ku behsa wan hatin kirin divê bi awayek berfireh li ser pirsgirêkên ku karkerên demsalî dijîn werin lêkolînkirin û ji bo ev pirsgirêk werin derbaskirin di destpêkê de di mijarê de guherîn were çêkirin, ji bo tesbîta girtina tedbîran divê komîsyonek were avakirin.