Bi şimikê derketina hevdîtinê ya girtiyan hat astengkirin!
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê daxwazên bi şimikê derketina hevdîtinê ya girtiyên ku lêgerîna pêlavan qebûl nakin jî tê astengkirin. Girtiyên jin rûxmê ku şimikê li xwe dikin rastî lêgerînê tên.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku di demên dawiyê de bi rojeva ferzkirina lêgerîna pêlavê ya li pêşberî kamerayan ji rojevê derneket, ji girtiyên jin û malbatan re cezaya hevdîtinê hat dayîn. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ku piştî pandemiyê di Kanuna sala berê de destûra hevdîtîna vekirî hat dayîn, ji ber ku girtiyên jin ferzkirina lêgerînê ya rêveberiya girtîgehê qebûl nekirin 4 meh derneketin hevdîtina vekirî. Ji bo girtiyên ku ferzkirina lêgerînê qebûl nekirin û xwestin bi şimikê derkevin hevdîtina dawiyê destûr nehat dayîn û ji bo xizmên girtiyan ên li hemberî rewşê bertek nîşan dan jî cezaya hevdîtinê hat dayîn.
Pirsgirêka tê jiyîn 6 meh in li benda çareseriyê ye
Li gor agahiyên ku ji xizmên girtiyan hatiye wergirtin ji meha Kanûnê şûnde ji ber ku girtiyên jin li hemberî ferzkirina lêgerînê li berxwe didin û lêgerînê qebûl nakin, destûra hevdîtinê nayê dayîn. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê ya tê payîn ku pêşniyarên girtiyan a ‘emê bi şimikê derkevin hevdîtinê’ qebûl kiriye, di hevdîtina dawiyê de ji bo girtiyên ku di hevdîtinê de şimikê li xwe kirine destûr nedaye.
Derketina hevdîtinê hat astengkirin!
Xizmên girtiyan ragihandin ku rûxmê girtiyên jin bi şimikan derketine hevdîtinê rastî ferzkirina lêgerînê hatine û ji bo girtiyên ku destûra lêgerînê nedane jî destûra hevdîtinê nehatiye dayîn.
Hat zanîn ku ji bo girtiyan û xizmên girtiyan ên li hemberî bûyerê bertek nîşan dane 2 meh cezayê hevdîtinê hatiye dayîn. Pirsgirêka lêgerînê 6 meh in li benda çareseriyê ye û xizmên girtiyan ên destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de mexdûrbûnek mezin jiyane banga piştgirî û piştevaniyê kirin.