Malbata Şenyaşar: Yê ku ji vê zilmê re çavê xwe digre mirovbûna xwe wenda dike

Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ket roja xwe ya 447’emîn. Malbatê carek din daxwaza xwe ya ealetê bilêv kir.

Riha- Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a dû kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parêzvanên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî rizgar bû, berdewam dike.

Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe ya edaletê di roja 447’emîn de li mala xwe ya li pirsûsê berdewam dike. Malbatê li ser hesabên xwe yê medya mecazî bi armanca bal lêkişandina mîtînga ku îro li Enqerê bi pêşngtiya Yekîtiya Tabîbên Tir tê lidarxistin etîketa ‘Mîtînga Spî’ bikar anî.

Di parvekirina xwe de malbatê wiha got: “Her kesê ku bûye şahidê zilmê û çavê xwe ji vê zilmê re dineqîne bi qasî ku heysiyeta xwe wenda dike mehkûmê vê yekê ye ku mirovbûna xwe jî wenda bike... Di nav partiya desthilatê de ji derveyî Fakibaba û Gulpinar her kes çavên xwe ji vê zilmê re digre. Yê ku li hemberî zilmê çavê xwe bigre nikare derkeve nava gel.”