Li Başûrê Kurdistanê rêjeya qetilkirina jinan zêde bûye

Li Başûrê Kurdistanê rêjeya qetilkirina jinan her ku diçe zêde dibe. Her çiqas di rêjeyên fermî de hîn dane bên dayîn jî rêjeyên ne fermî radigihînin ku bûyerên qetilkirinê yên tên jiyîn ji rêjeyên fermî zêdetir e.

Navenda Nûçeyan - Ji despêka sala 2022'an ve rêjeya qetilkirin û şewitandina jinan li Başûrê Kurdistanê zêde bûye. Her wiha rêjeyên nefermî nîşan didin ku tawanên di 5 mehên dawî de  li dijî jinan hatine kirin ji yên sala borî zêdetir in.

Li gorî rêjeyên ku di 5 mehên despêka sala 2022'an de li ser medyaya civakî hatin belavkirin, eşkere dike ku li Başûrê Kurdistanê 25 jin bi awayê cuda cuda hatine qetilkirin.

Midûriyeta Tekoşîna li dijî tundiya li ser jin û malbatê di sala 2021'an de eşkere kiribû ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2021’an de 24 jin hatin qetilkirin. Heya niha Midûriyeta Têkoşîna li dijî tundiya li Ser Jin û Malbatê derbarê rejeya jinên ku îsal hatine qetilkirin tu rêje eşkere nekirine.

Hêjayî bibîrxistine ye ku di zagonên Başûrê Kurdistanê de li gorî madeya 402'an de hatiye ku qetilkirina jinekê bi cezayî îdamê bê cezakirin, lê belê pêk anîna vê qanûnê li aliyekê gelek car kujer tên parastin û ev yek ji bo qetilkirinê dibe mijarê teşwîqkirinê.