Der barê polîsê îşkencekar de gilî hat kirin

Ji bo M.K.yê 16 salî ku li edliye, nexweşxane û midûriyeta polîsan rastî îşkenceyê hat, Baroya Amedê der barê bûyerê de giliyê polîsan kir.

Amed – Li navçeya Farqîna Amedê, di 6'ê Hezîranê de M.K.yê 16 salî gava ji bo danişîna dozeke der barê xwe de çû edliyeyê, rastî lêdana polîsan hat. Destên zarok ji paş ve hatin kelebçekirin û hat binçavkirin. 

Baroya Amedê ji ber îşkenceya ku li zarok hat kirin, giliyê polîsan kir 

Baroya Amedê di giliya xwe de got: "Li edliyeyê gava polîsan zarok binçav kirin, çendî zarok li ber wan ranebûye jî polîsekî şemaqek li zarok xistiye." Di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan destên zarok ji paş de kelebçe kiriye û wiha hat gotin: "Zarok birine midûriyeta polîsan. Paşê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî destê wî ji paş de kelebçekirî ew anîne edliyeyê û birine cem dozger. Dozgeriya Komarê ya Farqînê bi daxwaza girtinê zarok sewqî dadgeriyê kiriye û Dadgeriya Ceza ya Farqînê jî zarok girtiye." 

Di berdewama daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku paşê polîsan bi awayekî ji paşve kelebçekirî zarok ji edliyeyê derxistine û li wesayîdê siwar kirine û ev tişt hatine gotin: "Têkildarî bûyerê dîmenên kamerayê li ber destê me ne û wan bi daxwaznameyê re berpêş dikin. Tevî îtiraza welatiyên li derdorê û parêzeran jî zarok bi awayekî destên wî ji paş ve kelebçekirî li wesayîda polîsan hatiye siwarkirin." 

Di daxwazanameyê de hatiye diyarkirin ku heman zarok di Sibata 2023'yan de jî di dema binçavkirinê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê rastî îşkenceya polîsan hatiye. 

Di dawiya daxwaznameyê de hatiye xwestin ku polîs bên cezakirin.