Der barê Newroza Amedê Lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê pîrozbahiya Newrozê ya ku li Amedê bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin de lêpirsîn da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin; Der barê pîrozbahiya Newrozê ya bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ku duh bi sed hezaran kes beşdar bû de lêpirsîn hat destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê Dirûşmeyên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên li qada Newrozê hatin qîrîn, ji aliyê ve weke hincet nîşanda û lêpirsîn da destpêkirin.

200 kes hatin binçavkirin

Li aliyê din polîsên ku mudaxeleyî meşa ciwanan a piştî Newroza Amedê kirin, zarok jî di nav de nêzî 200 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin danê sibehê piştî îfadeya li Akademiya Polîsan serbest hatin berdan. Der bare kesên ku hatin binçavkirin de bi hincetên “Li dijî qanûna bi hejmara 2911’an a xwepêşandan û meşan” û “li hemberî polîsan berxwedan” lêpirsin hat vekirin.