Dema serlêdanên pêşbirka Şehîd Denîz Firat hat dirêjkirin

Komîteya amadekar a 6’emîn Pêşbirka Şehîd Denîz Firat a Wêne, Çîrok û Helbestan ragihand ku serlêdanên pêşbirkê heya 7’ê Tirmehê hatiye dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîteya amadekar a 6’emîn Pêşbirka Şehîd Denîz Firat a Wêne, Çîrok û Helbestan ku di dîroka 11’ê Nîsana 2024’an li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî despê kiribû ragihand ku dema serlêdanên pêşbirkê heya 7’ê Tirmehê hatiye dirêjkirin.

Pêşbirka îsal diyarî pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê Sara Hogir Riha, Ruken Birusk û rojnameger Seyît Evren tê kirin.

Pêşbirk bi Zimanê Kurdî (bi zaravayên kormancî, soranî, zazakî), Erebî û Tirkî ye.

Beşdar dikare di beşê çîrokan de bi yek berhemê, di beşê helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin.

Pêwîsite berhem heya niha li tu ciha nehatibe weşandin.

Kesê beşdar dibe dikarîn berhemê xwe li gel kurte jiyana xwe ji navnişanên hatin diyarkirin re bişinin.

Navnişanên me

E-Mail: [email protected]

Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

Jimara tlf: +964 751 842 55 76

Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat

X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat