Dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin – ANALÎZ

Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de gavên girîng hatin avêtin. Çûyîna komîsyonê ba Rêber Apo ne gaveke ji rêzê bû. Di dîroka komara Tirkiyeyê de şikandina tabûyek bû lê belê desthilatdariya AKP’ê dixwaze CHP’ê ji derveyî pêvajoyê bihêle.

ROJBÎN PELÎN

Cihnegirtina CHP’ê di komîsyona şandeya meclîsê de jixwe rexneyeke cidî ye. Komîsyonê li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re kir. Berdevka DEM partiyê daxuyanî da û hinek naverok hatin ragihandin. Rêber Apo mijarên weke stratejî û taktîk çawa dikarin bên pêşxistin aniye  ziman. Di demên muzakereyan de ziman û devok tên guhertin. Di demên berê de yên ku li hemberî me şer dikirin diyar bûn. Li Tirkiyeyê hinek derdor û partî ji bo nekevin nav pêvajoyê  li ber xwe didin û bertekan nîşan didin. Hêzên din jî bertek nîşan nadin lê gavên ku pêwist in jî nayên avêtin.

Li Bakurê Kurdistanê di dema xwe de xwendina rast a siyaseta rojane nayê kirin û ji ber wê di rewşa me ya polîtîk de  şaşîtî derdikevin holê. Şewaza siyaseta bilind wekî tê payîn encaman ava nake. Divê ji bo hemû aliyên civakî polîtîkayên taybet werin diyarkirin. Ji ber civak ne yekreng û yekdeng e. Gelek derdorên cihe hene, li gorî cudahiyên civakî meşandina siyaset girîng e. Bi taybetî li hemberî beşên weke olî, lîberal jî pêwist bû hinek xebatên taybet bihatana meşandin. Li hemberî şerê taybet pêwist e bertekên civakî bên birêxistinkirin.

Li Kurdistanê şerê taybet

Li Bakur di bin navê ol û baweriyê de bi riya Hudaparê mudaxeleyeke olî heye. Li Çewlik, Amed û Êlihê merasîmên keçên hafiz hatin lidarxistin. Bi zarokên keç re merasîmên bikaranîna teseturê tên pêşxistin. Di demên dawî de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê merasimên hafizên keç pir bi şatafat tên birêxistinkirin. Li Amedê li ber sûran nêzî 200 keçikên zarok serê wan hat girtin. Bi riya olê civak tê îstîsmarkirin. Her diçe rewş xetertir dibe. Rewşên pir cidî û bi xeter hene lê partiya legal siyaseta salonan dimeşîne. Xwekuştin û kuştina tevahi malbat hwd. her diçe zedetir dibin. AKP’ê îsal weke sala malbatê binav kir û li ser vê bingehê siyaseta xwe meşand. Ji ber nifûsa civaka Tirkiyeyê kêm dibe zext li ser jinan tê kirin. Siyaseta desthilatdar li ser bedena jinan tê bihêzkirin. Mînak ji bo çareserkirina mijara demografîk kêmkirina salên xwendinê, teşwîqkirina zewacê hwd. tê armanckirin. Pêwist e bi civakê re têkiliya demokratîk bi pêş bixin. Partiya me ya legal siyaseta bilind dide meşandin. Haya wê ji civakê wekî tê xwestin tune ye. Civak bi rêbazên şerê taybet ji dest diçe lê destwerdanên me kêm çêdibin. Mijarên xwekuştinê, kuştin, tundî, ol, madeyên hişbir ruxmê ku pir zêde bûne asta polîtîkayên me yên pêşîgirtinê pir qels in lewre pêwist e em siyaseta maksîmûm û mîkro bikin yek û bi pêş bixin. Ev ne pêvajoyeke bide û bistîne ye. Heger di muzakereyan de encam dernekevin wê berxwedan were rojevê. Yên muzakere dikin diyar e, ya ku dikeve ser milên me bilindkirina têkoşîn ye. Wekî ku xuya dike şêwaza me ya kar li pêşiya dînamîzma ku Rêberti ava kiriye dibe asteng.

Çûyîna Colanî DYA’yê

Di mijara Rojavayê Kurdistanê de hinek avantaj û derfet jî hene lê em nikarin xeterên heyî ji nedîtî ve werin. Vaye ev bû salek HTŞ li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê ye. Di nava salek de li Sûriyeyê ji bo jinan û gelan çi qewimî divê em vê baş gotûbêj bikin. Îsraîl bi projeya Îbrahîmî re daxwaza xwe ya dîzaynkirina herêmê her diçe bi aşkereyî tîne ser ziman û ji bo vê yekê gavan davêje.

Bi çûyîna Colanî DYA’ê yê helwest û niyeta wan li hemberî Colanî ji xwe diyar bû. Dixwazin bi wî meşrûiyet bidin qezenckirin û yên din jî tasfiye bikin. Colanî ji ber pirsgirêkên xwe yên meşrûiyet û aborî nikare li ber xwe bide. Ji wî dixwazin cîhadîstên radîkal tasfiye bike û pêwistiyên peymana Îbrahîmî pêk bîne. Wekî tê zanîn Hakan Fîdan jî daxilê vê hevdîtina li Emerîkayê pêk hat kirin. Ji bo  potansiyela wî ya sabotekirinê hebû, bi vê yekê berteraf kirin. Peymana 10’ê Adarê pêk hat û dûre komkujî li Suweydayê li dijî elewiyan pêk hatin. Li wir niha rewşeke pir xeter heye û weke hespê trûva kengî û li ku çi çêbe ne diyar e.

Peymana 10’ê Adarê û entegrebûna QSD’ê

Der barê entegrasyona QSD’ê de Colanî li DYA’yê nêrînên xwe anî ser ziman. Bi aliyên Kurd re jî hat nîqaşkirin û nêrînên ku derketin hatin qebûlkirin lê di halê hazir de hevdîtin dane sekinandin. Bi peymana 10’ê Adarê re, entegrebûna QSD’ê û derbasbûna pêşmergeyên Roj jî ji bo herêmê tê nîqaşkirin. Kesekî wekî S. N. li Başurê Kurdistanê bi taybet ji bo dijberiya projeya me ya neteweya demokratîk bike hatiye erkdarkirin. Di her derfetê de, li ser hemû platformên dîjîtal dijberiya me dike. Me reş dike. Ew li gorî ajandaya hinek derdoran tevdigere û daxuyaniyan dide. Armanca wî ew e meyla derdorên rewşenbîr, akademîk bikşîne. Di aliyê me de em zêde qada akademîk baş nanirxînin, valahiya me wisa ji hêla dijberên me ve gelekî baş tê nirxandin. Bi vî awayî li Rojavayê Kurdistanê dixwazin xeta nijadperest û Colanî meşru bikin û hemûyan bikşînin nava vê xetê. Li Qamişloyê navendeke jinan a ji kesên ji nava tevgerê reviyane vekirine û xeta li dijî dirûşma Jin Jiyan Azadî bi pêş dixin. Bi vê rêbazê dixwazin di meclîsa jinan a Sûriyeyê de cih bigrin û bibin perçeyek di hevdîtinên bi Şamê re. Her wiha dixwazin li Şamê jî ofîsek xwe vekin.

Li ser Kerkûkê xebatên taybet

Li Iraqê hilbijartin çêbûn. Di van hilbijartinan de Şia bi hêz derket. Baskê sunî ji bi hêz derket. Piştî hilbijartinê di nava hêzan de wekî tiqaf-enî hatina gel hev ket rojevê. Di rewşa heyî de Sadir bêdengiya xwe diparêze. Wekî her carê di vê hilbijartinê de jî hêzên derve bandorker bûn. Dîsa bi riya pere bandorkirina li ser dengdanan xwe dubare kir. Wekî di van hilbijartinan de jî derket holê Kurd li Iraqê ne xwedî siyaset in û pir perçeyî ne. Hêzên cîran li qadê li qada navîn (Kerkûk hwd.) xwe birêxistin dikin. Li ser Kerkûkê siyaseteke piralî tê meşandin. Hêzên wek Îran, TC û Ereb li ser Kerkûkê xebatên taybet dimeşînin. Di van salên dawî de di vê qadê de hebûna me qels bû. Wekî jin ji bo vê qadê dikarin hinek projeyan bi pêş bixin û guftûgo bikin. Di van demên dawî de li Kormorê êrîşeki pêk hat. Tê zanîn herêma Kormorê pir zengîn e û navenda gaza xwezayî ye. Iraq jî pêwistiyên xwe yên gazê ji wir digre. Pişti bûyerên li Kormorê DYA’yê daxwaza parastina tesîsê kir. Li ser çavkanî û sedemên  êrîşê gelek şîrove bi pêş ketin, hat payîn ku ev êrîş ji hêla cîranan re hatiye pêşxistin.

Li Başûr çînbûyîn û feqîrî zêde dibe

Li Iraqê nîqaşa posta serokkomariyê heye. YNK hinek navan nîqaş dike. Wekî tê zanîn hê jî hukumet nehatiye sazkirin, nîqaşên kursî û berjewendiyan û nakokiyên hizbitî berdewam dike. Derfetên Başur ji van hêzan re tên hebakirin. Di nava eşîran de nerehetî hene û doza maf û desthilatdariyê dikin. Li pişt bûyerên dawî berjewendî hene. Başûr her diçe ji rojeva siyaset û neteweyî dûr dikeve, çînbûyîn û feqîrî zêde dibe. Rewşa jinan pir xeter û xirab e. Rêxistinên sivîl a civakî (NGO) civakê felc dikin û ev li başûr pir bi bandor in. Ew rêxistineke çîna navîn e û nakeve nava cîvakê. Rêxistin û tevgerên jinan bi bandor nîn e. Yekîtiiya Jinên Kurdistan hebû lê belê piştî kongreya xwe heya vê gavê performanseke bi hêz dernexistiye holê. Bi hinek sedeman re  hat qelskirin û butçeyên wan hatin qutkirin. Partiyên ku li Başûr hene pêşketina tevgerên jinan naxwazin û loma ji bo ku asteng bikin hemû derfetên xwe xistine meriyetê. Hinek partî jî siyaseta vîtrînê didin meşandin, li diyasporayê civînên neteweyî bi rêxistin dikin lê destgirtina wan bi feraseteke demokratîk bi pêş nakeve, dixwazin ji me rolê bidizin.

Li Iraqê zagona statuya şexsî ket rojevê û ev yek erênî bû. Jinên Başûr hinek nîqaşan dimeşînin û ev yek gelek girîng e. Mînak nîqaşên weke çima jinên Başûr serkeftî nebûn ev nîqaş tên kirin. Her wiha li Iraqê partiyeke jinan hat avakirin, navaroka wê partiyê çi ye, çawa ye em nizanin lê mirov fêm bike baş dibe.

Amadekariyên şerê cîhanê

Îsal li seranserê cîhanê gelek bûyerên girîng rû dan. Di şêwaza şerê cîhanê yê 3’yemîn de pir nakokî hene û ev her diçe kûr dibe. Ji Emerîkaya heta Asyayê gelek nakokî di rojevê de ne. DYE’yê serokê Venezuellayê Maduro xist lîsteya terorê. Bi hatina Trump a ser desthilatdariyê re, xwe weke qasidê aştiyê binav kir. Bendewarî ew bû ku di şerê Rûsya – Ukraynayê de guhertin û çareserî hebe lê her çû girantir bû, di halê hazir de şerekî dronan dimeşe û herî zêde ji vê gelên sivîl zirarê dibînin. Pevguhertina girtî û miriyan çêbû lê herdû alî hê jî di şer de îsrar dikin. Li Rûsyayê ev di demên dawî de rojeva demên serokatiya Brejnev heye. Gelên Rusya û welatên Sovyetê di nava aramiya aborî û ewlehiyê de bûn. Di mijarên Azerbaycan- Ermenistanê de bi peymana rêhesinî siyaseteke nermbûnê hat sazkirin û herdu alî jî bi hinek gavên piçûk re ev demek e nakokî û pêvçûnan dane sekinandin. Di nava gelên Kafkasyayê da li hemberî zextên Selefiyan bertek hene. Bi giştî bûyerên ku li Rusyayê û welatên Sovyetê derdikevin zêde nayê ser ziman. Rewşa jinên Afgan û Gurcî her diçe bi xetertir dibe lê kes nabe çareserî ji ber li Rûsyayê tenê saziyên jinan ên elît mane. Dewletên Ewropayê xwe li gorî şerê cîhanê yê 3’yemîn amade dikin,  Almanyayê leşkeriya mecbûrî xist rojevê, Fransayê jî ji civaka xwe re got xwe ji 2030’yan de ji bo şerekî amede bikin. Ewrupa xwe ji pêlekî şer re amade dike. DYE ji bo dewletên Evrupa û Rusyayê bixe nava şerekî bi taybetî kar dike. Îşaretên vê yekê her diçe baştirtir dibin.

Li Rojhilata Navîn şer bênavber domiya, wekî ku diyar dibe wê şerê cîhanê yê 3’yemîn di sala nû de jî li ser xetên Lubnan, Iraq, Îran û Tirkiyeyê kûrtir bibe. Li qadê îşaretên kûrkirina nakokiyan diyar dibe.  Bêçekkirina Hamasê û Hîzbullah wê dîsa di rojevê de bin. Li Iraqê hilbijartin hatin derbaskirin lê nakokî kûrtir bûn. Iraq wê li gorî dîzayna nû bê arestekirin. Îran amadekarî ji bo şerekî nû dike. Li Îsraîl û li DYE’yê ji bo şer daxuyanî hatin dayîn. Nûnerê DYA’yê yê Iraq, Sûriye û li Tirkiyeyê Tom Barac der barê pirgirêka Kibrisê de daxuyanî da û ev mijar êdî bûye qada nîqaşan. Daxuyaniyên Îsraîlê der barê Tirkiyeyê de ji demên berê zelaltir in. Li Ummanê civîneke nandewleti hat lidarxistin ji pêkhateyên 17 welatên Rojhilata Navîn jî tevlîbûn çêbû. Ev civîn der barê polîtîkayên ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de bû.