Li Beyrûdê jinan li dijî tundiyê bal kişandin ser hevgirtina jinan

Şandeyek Kongra Star-Lubnanê tev li atolyeya ku Tora Filistînî ya Têkoşîna Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya li Beyrûdê bû. Di çalakiyê de hat gotin ku jina Kurd û Filistînê di heman tundiyê re derbas dibin.

Navenda Nûçeyan – Şandeyek Kongra Star-Lubnanê tev li atolyeya ku Tora Filistînê ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bû. Ev atolya di çarçoveya kampanyaya 16ˊê Rojên Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê de hat lidarxistin.

Di çalakiyê de nûnera şandeyê Leyla Mihemed axivî, spasiya torê li ser vexwendinê û lidarxistina vê çalakiyê kir û got hevkarî û hevgirtina di navbera rêxistinên jinan de di rûbirûbûna tevahî şêweyên tundiyê de girîng e.

Leyla behsa astengiyên hevpar ên rûbirûyî jinan li herêmên şer tên kir û destnîşan kir ku jinên Kurd û Filistînê di heman rewşên tundî, şer, koçberî û qeydên civakî re derbas dibin, ji lew re hevbendiya di navbera wan de, ji bo geşkirina berevanî û parastina mafan pêwîstiyek e.

Atolye bi girîngîdayîna berdewamkirina hevkariyê di navbera torên jinan û xebitîna li ser geşkirina rûberên piştevanî û berevaniya jinan li tevahî herêman de bi dawî bû.