Aktîvîst Şeyma Îsa di roja 10’emîn a greva birçîbûnê de ye

Şeyma Îsa, ji bo protestokirina şert û mercên girtina xwe, greva birçîbûnê ya bêdem didomîne.

Navenda Nûçeyan – Çalakiya greva birçîbûnê ya Aktîvîsta mafên mirovan Şeyma Îsa ya ji bo protestokirina şert û mercên girtina xwe ya li Girtîgeha Manouba ya Tûnisê destpêkir, di roja 10’emîn de didome.

Şeyma Îsa ya 45 salî ya li paytext Tûnisê beşdarî meşa protestoyî ya li dijî zext û rejîma otorîter bû, ji aliyê polîsên ve hatibû binçavkirin. Şeyma Îsa, bi sûcdariya "komploya li dijî ewlehiya neteweyî" mehkûmê 20 sal cezayê girtîgehê hate kirin.

Şeyma Îsa, beriya niha di Sibata 2023’an de hatibû girtin û di Tîrmeha heman salê de hatibû berdan. Cezayê Şeyma Îsa ya di dadgeha xwe ya ewil de mehkûmê 18 sal cezayê girtîgehê hate kirin, ji aliyê dadgeha temyîzê ve bû 20 sal.