“Dê yek bi yek hesabê dijminahiya Kurdan bidin”
Meral Daniş Beştaş a tevlî Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan bû, bal kişand ser bêhiqûqiyên li girtîgehan tê jiyîn û wiha got: "Dê yek bi yek hesabê îşkence, tûndiya li ser jinê û dijminahiya Kurdan bidin.”
Amed - Nobeta edaletê ya malbatan bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê dabûn destpêkirin, li ber Edliyeya Amedê berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Windakirin (MEBYA-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (TUHAY- DER) û Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî beşdarî nobeta edaletê bû.
Banga berdana girtiyên nexweş
Reşahat Ada ya xwişka Hamdusena Ada ku li Girtîgeha Amedê tê ragirtin di nobedê de axivî û bi bîr xist ku 10 meh in Nobeda Edaletê didomînin. Reşahat Ada diyar kir ku li girtîgehan zext zêde bûne û xwest girtiyên nexweş bên berdan da ku bên dermankirin. Reşahat Ada da zanîn ku li girtîgehan nexweşiya vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Girtiyan nabin nexweşxaneyan. Heta em saxbin em ê li pey doza girtiyên xwe bin. Heta kesek jî li girtîgehê bimîne, dê berxwedan bidome. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
“Pirsgirêkan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bû”
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ku pirsgirêkên li girtîgehan li çar aliyên Tirkiyeyê belav bûne û got: “Îktidar dixwaze li girtîgehan mirinan asayî bike. Dixwazin netedawîkirina girtiyên nexweş asayî bikin. Ev ne tiştên asayî ne. Em ê vê qebûl nekin. Li dijî girtiyan hiqûqa dijminatiyê xistine dewrê. Yên ku Aysel Tûglûk bernadin, lê biryara berdana Çevîk Bîr dan. Tenê ne girtî tên cezakirin, her wiha malbatên wan jî tên cezakirin. Hiqûqa dijminatiyê li dijî girtiyên kurd xistine meriyete. Yên ku îro vî sûcî dikin her kes dê li qesra edaletê li ser kursiyê bersûc rûnê. Em ê hesabê vê yekê her bipirsin. Em ê destûr nedin zordestiyê û zilmê.”
Çalakî bi dirûşmeya, "Heq hiqûq, edalet" bi dawî bû.