Dayikên Şemiyê li aqubeta Nezir Acar pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefetê li aqûbeta Nezîr Acar ê 31 sal berê li Kerboranê hat binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin.

Dayikên Şemiyê li aqubeta Nezir Acar pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefetê li aqûbeta Nezîr Acar ê 31 sal berê li Kerboranê hat binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin kujer bên cezakirin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên windayî bipirsin û bi daxwaza kujerên windakiriyan bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 940’emîn de li ser online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Nezîr Acar ê ku di 8’ê Nîsana 1992’yan de li navçeya Kerborana Mêrdînê hatibû binçavkirin û windakirin û careke din agahî jê nehatibû girtin hat, pirsîn.

‘Bi zorê dozên windakirinan digrin’

Biraziya Nezîr Acar, Hatîce Acar daxuyanî da û wiha behsa çîroka windakirina apê xwe Nezîr Acar kir:

“Di 8’ê Nîsana sala 1992’an de dema ji bo kirîna sewalan diçû Kerboranê, leşkerên di bin fermandariya efser Kemal Şen de bi ser malan de girtin. Nezîr Acar û du kesên din hatin binçavkirin. Çavên wan hatin girêdan û birin Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê. Di saetên derengiya şevê de du kes hatin berdan lê ji wê rojê ve tu agahî ji Nezîr Acar nehat girtin. Bavê Acar, Halîl Acar ji bo aqûbeta kurê xwe serî li Qeymeqamtiya Kerboranê, waliyê Mêrdînê û Fermandariya Lîwayê ya Mêrdînê da. Lê ev serlêdan nehatin qeydkirin. Qebûl nekirin ku Acar binçav kirine. Bav û dayikên Acar hatin binçavkirin û birin qereqola cendirmeyan. Dayika Acar, Celîle Acar her wê rojê hate berdan lê bavê wî 5 rojan di bin çavan de ma û îşkence lê hat kirin. Fermandarekî payebilind ji bavê Acar re got; ‘me kurê te çawa kuştibe em ê te jî bi heman rengî bikujin’ û gef lê xwar. 

‘Serlêdan neketin qeydan’

Malbata Acar neçar dimîne ku koçî Hezexê bike. Di serdemeke wiha tirsnak de Halîl Acar nikaribû bikeve nava hewldaneke hiqûqî. Di 28’ê kanûna sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê da. Lê dozgeriyê di 16’ê çileya 2009’an de biryar da ku hewcehî bi peyketinê nîn e. Îtîraza malbatê ku digot lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin jî ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat redkirin. Di 16’ê mijdara sala 2012’an de jî bi hinceta ku dosyaya Nezîr Acar li ber demboriyê ketiye, hat rakirin. Li ser vê yekê malbatê di 16’ê çileya sala 2013’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Lê Dadgeha Qanûna Bingehîn jî ev serlêdan red kir. Navê kesên ku Acar binçav kirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê piştî îşkenceyê winda kirin jî di qeydên dewletê de hene.”

‘Em dest ji Galatasarayê bernadin’

Hatice Acar anî ziman ku di sala 31'emîn a windakirina Nezîr Acar de careke din bang li rayedaran kirine û got: “Wezîfeya xwe ya ravekirina aqûbeta Nezîr Acar û cezakirina kiryaran bi cih bînin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji Qada Galatasaraya cihê hevdîtina me ya windahiyên ku 241 hefte ne li me qedexe ye, bernadin. Çend sal derbas dibe bila bi em ê dest ji edaleta ji bo Nezîr Acar û windayên xwe bernedin.”