Civîna Kongra Star a salane dest pê kir
Civîna Kongreya Star a Herêma Cezîrê bi rojevên germ destpêkir û dê du rojan dewam bike. Di despêkê de edama rêveberiya Kongra Star Welîda Botî li ser pêvajoyê nirxandinên girîng kir.
Qamişlo- Li Navçeya Rimêlan a girêdayî bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna rêxistinên jin û civaka sivîl civîna Kongreya Star a salane dest pê kir. Di civîna ku dê du rojan dom bike de piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Kongra Star Welîda Botî axivî.
Welîda Botî mîrasê ku Kongra Star bi salên dirêj ên xebatê bidest xistî bibîr xist û got: “Me salek tijî xebat, têkoşîn, çalakî, xebatên rêxistinî, civakî û bi taybet di vê salê de muhra xwe li dîrokê xist da meşandin. Kongreya Star di salên xwe yên dirêj de ji Yekîtiya Star heta Kongreya Star li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sîstemeke federal xwe rêxistin kir û xwe wekî sîwanekê ji hemû jinan re dibîne û wan hembêz dike. Li hember sepandinên li ser jinan a bi hemû rengan ku dixwazin jinan tune bikin, têkoşîneke mezin hat meşandin.”
Berdevka Komîteya Ekolojî ya Kongra Star Rîhan Temo bername û xalên nîqaşên civînê wiha rêz kir: “Di vê civînê de emê tayîbetî li ser mijara tundiya ser jinan rawestin û girêdayî cureyên wê dê nîqaş were kirin ji ber ku gelek bûyerên kuştina jinan di bin navê namûsê de çêbûn ku em çiqas dikarin li hember vê yekê bisekinin. Di vê civînê de em dixwazin bal bikşînin li ser cureyên şer ên ku li ser gelê me tên meşandin û çawaniya derketina li hember van êrîşan. Ji bo em bikarin li pêşiyê bibin bend, pêre jî xwe bigihînin hemû jinan û wan di derbarê polîtîkayên şer de şiyar bikin hewceye despêkê em bi xwe li hev runin û li ser van mijaran nîqaş bikin. Pêşniyar û nêrîn ji beşdar dê pêşiya me ronî bike û ewê zêdetir xebata me encamgîr be. Ji bo wê jî em bi hêvî ne ku bi rengekî serkeftî ev civîn derbas bibe û encameke baş jê werê girtin.”
Civîn dê di roja duyemîn de dewam bike.