Çalakiya Sêmalka bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Çalakiya Sêmalka ku ji aliye Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji 5’ê Cotmehê dest pê kiribû îro bi daxuyaniyek bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew îro çalakiya xwe li Sêmalka bi dawî dikin lê wê şêwazekî nû û li cihên cuda çalakiya xwe bidomînin.

Qamişlo- Hêzên PDK’ê di meha tebaxê de li Xelîfanê di kemînekê de 5 şervanên azadiyê şehîd xistin û heta niha jî cenazeyê şervanên azadiyê radestî malbata wan nekiriye. Ji wan şervanan du kes jî ji Rojavayê Kurdistanê ne û ji bo malbat cenazeyên zarokên xwe bigirin di 5’ê Cotmehê ve bi pêşengiya Meclisa Malbatên Şehîdan, çalakiya konvedanê li ber deriyê Sêmalka hatibû destpêkirin. Roja ku çalakiyê dest pê kiriye heta roja îro, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Kongreya Star û Civaka Sivîl beşdarî konê çalakiyê bûne. Îro jî bi hezaran kes beşdarî konê çalakiyê bûn û çalakiya konê ku îro roja 111’an e, bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di çalakiya îro de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD’ê Yekitiya Ciwanên Şoreşger û wêneyên şehîdan hatibûn hildan. Çalakiyê bi meşê dest pê kir û li ber konê rawestiya. 
“Em ê têkoşîna xwe bidomînin”
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Îhsan Şiblî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Nêzî 4 meh in ji bo ku em cenazeyên zarokên xwe Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku li gundê Bêxmê yê girêdayî Xelîfan li Başûrê Kurdistanê bi destên çêkdarên PDK’ê şehîd bûne wergirin, me li ber dêriyê Sêmalka çalaki dest pê kir. Tevî hemû bangawazî û daxwazên me ji rayedarên Partiya Demokrtaîk a Kurdistanê (PDK) ku cenazeyên zarokên me yên şehîd radest bikin lê me tu bersiv negirtin. Çalakiya me çalakiyeke însanî, rewa û mafdar e. Mafê her dayik û bavî heye ku cenazeyên zarokên xwe bigirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
“Bi şêwazên nû û li cihên cuda çalakiya me dê bidome
Em îro çalakiya xwe li Sêmalka bi dawî dikin lê em ê bi şêwazeke nû û li cihên cuda çalaki û têkoşîna xwe bidomînin. Em hemû dost, welatparêz û saziyên ku heya vê rojê serdana me kirin û piştgiriya xwe raber kirin spas û silav dikin. Her wiha ji wan daxwaz dikin ku heya em bigihîjin armanca xwe piştgiriya me bidomînin.”
“Wê çalakiya xwe bi rengên cuda bidome”
Fatma Hisên ji bajarê Dêrikê ye nêrîna xwe wiha parve kir: “Em bi xwe jî malbatên şehîdan in û me weke komîteya çalakiya Sêmalka di konê çalakiyê de cihê xwe digirt. Ev bû 111 roj çalakiya me berdewam kir û îro me çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê xwe di vê çalakiyê de girtin û piştgiriya Meclisa Malbatên Şehîdan kirin. Daxwazê me ew bû ku em cenazeyê xwe ji destên PDK’ê bigrin lê mixabin PDK’ê cenazeyên me neda û îtîraf jî nake ku cenazeya me di destên wan de ye. Ne tenê PDK hemû cîhan di vê mijarê de bêdeng in. Dewleta tirk dijminê me ye em dizanin, ruxmê wê jî malbat bi zor û zehmetiyan zarokên xwe digirtin lê PDK’ê  me ji wan re digot bira lê mixabin wê cenazeyên me nedan. Hevalek me di bûyerê de amade bû û bi birîndarî xilas dibe û ev eşkere kir ku şehîdên me, di destên PDK’ê de ne. Îro me çalakiya xwe li Sêmalka bi dawî kir lê em dikarin bêjin ku em gihîştin armanca xwe. Me wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dildariyek mezin 111 roj çalakiya xwe domand. Ev konê çalakiyê rast e li Sêmalka bi dawî dibe, lê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakiya me bidome. Daxwaza me ew e ku zarokên me bidin me û divê hemû cîhan û bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê li ser piyan be." 
“Teqez em ê bi ser bikevin”
Esma Murad ji navçeya Girkê Legê ye nêrîna xwe wiha anî ziman: “Ev 111 roj in em ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigrin, li Sêmalka di nava çalakiyê de bûn. Dayikên şehîdan ev 4 meh in bêyî ku serma, berf û baranê bifikirin li vir di nava çalakiyê de bûn. Çalakvanan erka xwe ya mirovahiyê pêk anîn lê PDK’ê cenazeyên me neda. Ji ber ew bû xwe jî bi talîmata dewleta tirk tevger dike. Erdogan ji PDK’ê re bêje rabe wê rabe û bêje bimre wê bimre, ji ber wê nikare biryara xwe bide. Îsbat hene ku zarokên me di destên PDK’ê de ne lê heta niha jî PDK qebûl nake ku zarokên me di destên wan de ne. Herî dawî ciwanên şoreşger tevlî konê çalakiyê bûn û PDK’ê êrîş kir. Em dikarin bêjin ku me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Ciwanên me îro li hemberî dijmin şer dikin û rûmeta me diparêzin. PDK’ê çalakiya ciwanan xist hincet û derî li ser gel girtin û gel di bin ambargoyê de ye. PDK siyaset û tîcaretê tevîhev kiriye. Niha em wek gel di nava çemberekê de ne. Ji aliye rejîmê ve jî ambargo heye. Em van kiryaran şermezar dikin. PDK çend salên dirêj e destên xwe xistiye destên dewleta tirk. Em jî ji PDK’ê re dibêjin hûn nagihîjin serî û wê dawiya we, dawiya Erdogan be. Me soz daye Rêber Apo û şehîdan û em ê ser bikevin. Ji aliyê din ve jî çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê dest bi şer kirine û dewleta tirk, rejîma Baas û Emerîka destekê didin wan. Em wan şermezar dikin. Em soz didin şehîdan ku em ê riya wan bişopînin. Em heta çeteyên DAIŞ’ê, PDK’ê û dewleta tirk ji axa xwe xilas nekin, wê rûniştin ji me re tunebe. Bila PDK kêfxweş nebe û nebêje Apocî dikin û em ê li ser rûnin. Em xewn û xeyalên Erdogan û PDK’ê bi cih naynin û teqez em ê bi ser bikevin."