Talîbanê gef li jinên ku serpoş li xwe nakin xwar!
Li Efganistanê jin ji ber pêkanînên Talîbanê ku rêveberiya welat bi dest xist, rojên zehmet derbas dikin. Talîban, herî dawî gefa gulebaranê li jinên ku serpoş (peçe) li xwe nakin, xwar.
Navenda Nûçeyan- Pêkanîna herî dawî ya Talîbanê mîna yên berê ye. Di nava agahiyên hatine parvekirin de tê gotin ku Talîbanê gefa gulebaranê bi çekê li jinên ku serpoş li xwe nakin dixwe û bi taybeti xebatkarên ‘Wezareta Pêşîgirtina Bêexlaqî’ ku li şûna Wezareta Jinan hatiye avakirin ger serpoş li xwe nekin bi gulebaranê hatin tehdîtkirin.
Ji wezaretê re her roj êrîş!
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Talîban her roj kontrol dike ka qural hatine pêkanîn an na û diyar kir ku ev pêkanîn ji bo li hemû cihên xebatkarên jin dixebitin derbasdar e.
Her wiha Talîban ji bo jin li kargeh û cihên giştî yên li Kabîlê xwe binixuminîn afîş û reklam daliqandibûn. Dîsa alîgirên Talîbanê bi jêkirina serê mankenên jin ên di dikanên cilan de dîmen parve kiribûn.