Talîbanê du çalakvanên jin binçav kir û êrîşî jinek kir

Li Efganistanê du çalakvanên jin ji aliyê Talîbanê ve hatin binçavkirin, çalakvaneke jin jî dema ku li kolanê dimeşiya rastî êrîşê hat.

 
Navenda Nûçeyan – Li Efganistanê li hemberî jinan êrîş û pêkûtiyên Talîbanê rêveberiya berdewam dikin. Talîbana lı hemû qadên jiyanê yên jinan sînordar dike, bi quralên ku daniye welat kiriye cihê ku mirov nikaribe lê bijî. Gelek jinên Efgan li hemberî van sepanan kolanan bernadin, dibin hedefên nû yên pêkutiyan. 
Talîban li hemberî jinên çalakvan pêkutiyên xwe berdewam dike dû çalakvanên jin ên bi navê Zaryap û Pervaneh Ebrahimkhel binçav kir. Çalakvan Hoda Khumsh jî destnîşan kir ku piştî testa xwe ya koronayê kiriye dema ku vegeriya mala xwe ji aliyê endamên Talîbanê ve rastî êrîşê hatiye. 
“Talîbanê avêt ser mala du jinan, her kes şahid e” 
Li hemberî daxuyaniya Talîbanê ku girtina du çalakvanên jin red dike, malbat û xizmên çalakvanan Talîbanê derewandin. Çalakvan Hoda Khumsh got; “Malbat dibêjin ku keçên wan ji aliyê Talîbanê ve hatine revandin. 10 endamên Talîbanê avêtina ser mala du çalakvanên jin û ev bûyer bi tu awayê nikare were înkarkirin. Hemu kesên apartmanê şahidên vê rewşê ne.” 
Hoda Khumsh destnîşan kir ku ew bi xwe jî ji aliyê Talîbanê ve rastî êrîşê hatiye.