Roja 321’an: Di van awiran de êşeke nikare bê terîfkirin heye
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên 321 rojin çalakiya xwe ya “edaletê” dewam dikin gotin: “Di van awiran de gazin heye. Di van awiran de êşeke nikare bê terîfkirin heye. Di van awiran de esalet heye."
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 320’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber ku dawiya hefteyê nobeda xwe li mala xwe ya pirsûsê dewam kir.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Rayedarên ku li dijî zilm û neheiyê peywira xwe nakin; bi qasî kujerên malbata vê dayikê ku li nexweşxaneyê kuştin sûcdar in. Di van awiran de gazin heye. Di van awiran de êşeke nikare bê terîfkirin heye. Di van awiran de esalet heye."