Buroya Hiqûqê ya Asrinê xwest Komîteya Wezîran ji nêz ve pêvajoyê bişopîne

Buroya Hiqûqê ya Asrinê gilînameyek ji Sekreteriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî Yasaya Çarcoveyî hatiye hiştin, xwest Komîteya Wezîran ji nêz ve pêvajoyê bişopîne.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parastin û parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, der barê gavneavêtina Tirkiyeyê de gilînameyek ji bo “Koma Gurban” ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.

Komîteya Wezîran heta dawiya Hezîrana 2026’an de dem dabû Tirkiyeyê

Di gilînameyê de hat diyarkirin ku Komîteya Wezîran heta dawiya Hezîrana 2026’an dem dabû Tirkiyeyê. Buroya Hiqûqê di gilînameyê de destnîşan kir ku derketina doza “Koma Gurban” a ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bi bandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve û ev yek xwest: “Tirkiye di demek ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026’an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê, Koma Gurban xist rojeva 1-3’yê Kanûna Pêşîn, her çendî tu nûbûnê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve bê nirxandin.”

Gilînameya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji Sekreterya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandiye bi vî rengî ye:

1 – Ev agahdarî, di çarçoveya çavdêriya cîbicîkirina biryarên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dayîn de, li gorî xala 9.1’ê ya Rêziknameya Navxweyî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê pêşkêşkirin.

2 – Ev agahdarî vê yekê dike mijar ku hîn jî pêdiviyên biryara DMME’yê ya Ocalan a Jimaraya 2’yan a sala 2014’an nehatine cîbicîkirin; biryara ku destnîşan kiribû xala 3’yemîn a Peymanê hatiye binpêkirin ji ber cezayê heta hetayê yê girankirî yê ku li gorî yasayên rê nade serbestberdana bişert û piştî demek diyarkirî ya herî kêm mekanîzmayek çavdêriyê pêşbînî nake li serlêder Abdullah Ocalan hatiye birîn ê ku ev nêzî 28 sal in li Îmraliyê tê girtin.

3 – Komîteya Wezîran, di civîna xwe ya 1537’emîn a 17’ê Îlona 2025’an de, der barê Koma Gurban ku biryara Ocalan a Jimara 2’yan jî tê de cih digre de, biryareke navberê îlan kir. Ji aliyê Komîteyê ve hat tesbîtkirin ku têkildarî cîbicîkirina biryaran tedbîrên pêwîst ên yasayî yan tedbîrên din ên guncaw hê nehatine girtin û heta dawiya Hezîrana 2026’an der barê pêşveçûna têkildarî cîbicîkirina biryarên DMME’yê yên di koma dozê de cih digirin agahî hatibû xwestin. Di berdewamiyê de ligel pêşniyarên cûr bi cûr ên teşwîqkar bang li rayedaran hatibû kirin ku bêyî derengxistineke zêdetir tedbîrên pêwîst bigirin.

4 – Lê belê Tirkiyeyê di vê heyamê de di biryara Ocalan a Jimare duyan de ji bo piştî demên diyarkirî çavdêriya cezayên heta hetayê yên girankirî pêk bê, ti sererastkirineke yasayî ya ku mekanîzmayekê pêşbînî bike nekiriye. Heta dawiya Hezîrana 2026’an a ku Komîteyê dabû jî ti agahî an plana çalakiyê pêşkêş nekiriye

Yasaya hejmara 7595’an

5 – Ji encama civîna sala 2025’an a ku Komîteyê tê de der barê pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê tê birêvebirin de riyên alternatîf ên der barê cîbicîkirina biryaran de anîne ziman û pêşniyarên kirine tê zanîn. Tam jî der barê vê yekê de di Meclîsa Tirkiyeyê de di 10’ê Tebaxa 2026’an de yasaya hejmar 7595an a ‘Der barê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî de’ hatiye qebûlkirin. Ji ber ketina meriyetê ya rêzikên ku yasa di nava xwe de dihewîne bi şertên curbecur ve hatiye girêdan, yasa hê neketiye meriyetê.

6 – Lê belê yasaya navborî, îstîsnayên kategorîk ên der barê serbestberdana bi şert ranekiriye her wiha ji bo cezayên heta hetayê yên girankirî lêkolîneke giştî û takekesî jî neaniye. Berevajî vê, di yasayê de di vê mijarê de cih ji sererastkirinên nû yên îstîsnayî re hatiye dayîn.

7 – Xala 6’an a yasaya bi hejmara 7595’an a bi sernavê ‘Taloqkirina Înfaza Hikmên Mehkûmiyetê’; cih daye hukmê ‘Ji bilî kesên ku ji ber sûcên beriya dîroka 1/6/2005’an hatine kirin bi cezayê heta hetayê an cezayê heta hetayê yê girankirî hatine mehkûmkirin..’. Ev sererastkirin serlêder birêz Ocalan li derveyî yasaya çarçoveyê dihêle. Hukmek ku rê li ber serlêder digire da ku ji yasayê sûd wernegire. Ev sererastkirina îstîsnayî, xeleka dawî ya pirsgirêkên binesaziyê ye ku di biryara Ocalan a Jimara 2’yan de bûne sedema dayîna biryara binpêkirinê.

Serlêdana tekekesî ya li di Dadgeha Destûra Bingehîn

8 – Ji bo nehiştina binpêkirina ku DMME’yê di biryara xwe ya Ocalan a Jimara 2’yan de tespît kiriye, serlêdana li meqamên herêmî di sala 2022’yan de ji aliyê me ve ji bo agahdariya Komîteyê hatibû pêşkêşkirin. Derbarê vê yekê de em dixwazin ji Komîteyê re bidin bibîrxistin ku di serlêdana takekesî ya ku di 3’yê Kanûna Pêşîn a 2021’an de li ser navê birêz Ocalan li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin de jî hîn ti pêşketinek çênebûye û tevî dema derbasbûyî jî ti biryar nehatiye dayîn. Ev rewşek din e ku ligel berdewamkirina binpêkirinên sîstematîk nîşan dide ku rêyên bibandor ên serlêdanê yên ku dê binpêkirinên heyî ji holê rakin nîn in.

Plana çalakiyê û pêvajoya şopandinê

9 – Piştî lîsteya rojeva civîna 1577’emîn a dîroka 1-3’yê Kanûna Pêşîn a 2026’an ji aliyê Komîteyê ve hat weşandin û hat ragihandin ku Koma Gurban di rojeva civînê de cih girtiye, hat dîtin ku Tirkiyeyê di 5’ê Çiriya Pêşîn a 2026’an de planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Lê di nav plana çalakiyê de agahiya ku gava yasayî ya derbarê cîbicîkirina pêdiviyên biryara Ocalan a Jimara 2’yan hatiye avêtin an dê bê avêtin cih nagire.

10 – Ji ber vê em dixwazin bala Komîteyê bikişînin ser dema pêşkêşkirina plana çalakiyê ya Tirkiyeyê. Tirkiye di demek ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026’an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê koma Gurban xist rojeva 1-3’yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina bicîkirina biryaran ve bê nirxandin.

11 – Cihgirtina Koma Gurban a ku biryara Ocalan a Jimara 2’yan têde cih digire di her civîna mafên mirovan de û şopandina wê bi prosedurên ne rawestayî, ne qutbûyî ango bi bandor, bi rêkûpêk û bi îstîkrar, dikare rê bide ku welatê endam jî gavên pêşdetir biavêje. Pêşketinên heta îro nîşan dane ku derketina koma dozê ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve.

Wekî encam;                                                           

Koma doza Gurbanê ya ku biryara Ocalan a Jimara 2’yan tê de cih digire, di çarçoveya prosedura pêşketî de bikeve rojeva her civîna (DH) mafên mirovan.

Divê berdewamiya rewşa binpêkirinê ya heyî ji nû ve bê tespîtkirin.

Di çarçoveya tesbît û prensîbên ku di biryara Ocalan a Jimara 2’yan de hatine destnîşankirin de, daxwazkirina ku gavên çareseriya yasayî bên avêtin û derbarê van gavên hatine avêtin de paşveagahî bê dayîn.

Divê pêvajoya şopandinê ji rewşeke îstatîk bê derxistin û bi mekanîzmayên nû û çalak bê domandin.

Ji ber ku zêdetirî 12 sal in li ser biryara Ocalan a Jimara 2’yan re derbas bûne, em daxwaz dikin ku ev pêvajo bi hevkariya Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û Serokatiya Meclîsa Konseya Ewropayê jî bê şopandin.

Ji ber van sedeman, em daxwaz dikin ku biryar bê dayîn.

Silav û rêz.