Bi karekî pir şêrîn debara xwe dike
Radiya Hesen û hevjînê xwe, bi rasthatina cejna Çarşema Serê Nîsanê bi saetan ked dan û şêrînahiyê çêkirin. Radiya Hesen diyar kir ku ew bi hezkirin karê xwe dike û bi karê şêrînahiyê debara xwe dikin.

MEDYA HAWAR
Şengal –Piştî fermana 74’yan civaka Êzidî di nava 10 salên dawî de bi naskirina felsefeya azadiyê şahidî ji gelek guhertin û pêşketinan re kir. Bi taybetî di mijara azadiya jinan de di asta şoreşê de pêşveçûn tên jiyîn. Bi jinan ve girêdayî xwenaskirin, jixwebawerî û bi vî awayî di beşdarbûna jiyanê de gavên berbiçav hatin avêtin. Êdî jin di her qada jiyanê de bi awayek serkeftî cihê xwe digrin û jiyanê bi rengê jinan dixemilînin. Ji van jinan yek jî Radiya Hesen e. Ew jineke ciwan e, 24 salî ye, wê û hevjînê xwe bi hev re dikana şêrînahiyê vekirine û ev 6 meh in vî karî dikin. Radiya tevî ku ducanî ye jî, bi dilxweşî û kedeke mezin karê xwe yê dike û debara xwe pêk tîne. Di rojên dawî de bi rasthatina Cejna Çarşema Serê Nîsanê her kes berê xwe dide dikana wan û ji wan şêrînahiyan dikire.
‘Ji bo karê xwe min gelek hewl da’
Radiya Hesen behsa gavên xwe yên destpêkê di karê çêkirina şêrinahiyê de avêtiye kir û wiha got: “Beriya ku dikana me çêbibe min di malê de hez dikir şêrînahiyê çêkim û min li malê ji xwe re şirînahiyan çêdikir. Piştre min dest bi vî karî kir, pê re xwe bi pêş xist. Ji bo karê xwe min hewldanek mezin da, perwerde dît ji bo ku bikaribim dikaneke şirînahiyê vekim û perwerdeya min serkeftî bû. Bi piştevaniya hevalê xwe û dayîk û bavê xwe min dest bi kar kir û bi pêş ketim.”
‘Herî zêde hevalê min ji min re dibe alîkar’
Radiya di berdewama gotinên xwe de da zanîn ku malbata wê û di serî de hevalê wê, ji bo ku karê xwe pêş ve bibe gelek pê re bûne alîkar û wiha got: “Şeş meh in dikana min a şirînahiyê li taxa Nesir li ser riya Lofa ye. Ez tenê vî karî nakim, hevalê min jî bi min re dibe alîkar. Kekan sor dike û neqşeyên kekan jî em bi hev re çêdikin. Hevalê min kesê ku herî zêde dibe alîkar e û em bi hev re vî karî dikin. Di karê me de zehmetî nîn e, tenê pirsgirêkek heye ew jî hemû tişt li Şengalê tunene û pirsgirêka rê heye. Em pir tiştan ji Mûsilê û cîhên cuda dixwazin, lê gelek caran rê tên girtin.”
‘Pêwîst e her jin li zanebûn û keda xwe xwedî derkeve’
Radiya di dawiyê de da zanîn ku ew wek jinek, dilxweş e ku kar dike, xwe birêve dibe û wiha berdewam kir: “Karê min xweş e û ez pê dilxweş im. Wek jinek, karê xwe dikim û jiyana xwe bi keda xwe bi rê ve dibim. Pêwîst e her jin bikaribe çi bike û ji çi hez dike wî karî bike. Mirov xwe birêve bibe tiştê herî xweş e. Karê jinan her dem paqij û bi rêkûpêk e. Ji bo wê jî her dem karê wan xweş e. Karê me li Şengal û gundewarên wê gelek tê hezkirin û pir kes ji bo em şêrînahiyê ji wan re çêkin, tên ba me. Ji tama şêrînahiyê û rengê wê jî pir hez dikin. Ev jî me dilxweş dike. Du roj in em amadekariyên cejnê dikin û gelek kesan ji bo cejnê şêrînahiyê ji me xwestine. Em vê cejnê li hemû Êzidiyan û jinên dîlgirtî pîroz dikin.”