Miniyê Obeyîdî bi projeya kaxan debara xwe dike
Miniyê Obeyîdî ku ji Tûnisê ye, bi vekirina projeya xwe ya kaxan hewl dide aboriya xwe baştir bike û di qadên cuda de destkeftiyan bi dest bixe.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ
Tûnis – Rola jinan li herêmên Tûnisê tenê bi karûbarên malê re sînordar nebû, piştî ku bawerî bi şiyanên xwe anîn û hewl dan ji bo bidestxistina serkeftinên xwe di warên curbecur de, xebitîn. Piştî lêkolîn û perwerdehiya bi salan, Miniya Obeyîdî ya ji Tûnisê ye, biryar da ku projeya xwe ya çêkirina kaxan bide destpêkirin. Miniya ku dayîka du zarokan e jî, di bazirganiya navnetewî û aborî de bawername girtiye.
'Projeya çêkirina kaxan pêk anî'
Miniyê Obeyîdî di destpêka gotinên xwe de qala fikra projeya xwe ya çêkirina kaxan kir û wiha got: "Fikra projeya çêkirina kaxan, piştî dîtina gelek perwerdeyên der barê fêrbûna wê de pêk hat. Ji ber ku ez ji herêma El-Reqab im, ew jî herêmek bi çandiniyê tê nasîn. Li wir gelek cureyên fêkiyan tên peydakirin û bi hêsanî mirov dikare vê projeyê li wir veke. Di gelek demsalan de ji ber rêjeya buhabûna fêkiyan kêmtir dibin, piraniya wan pûç dibin û tu sûd jê nayê girtin. Ji ber vê yekê min xwest bi rêya hişkkirina fêkiyan nirxên wê bilind bikim. Di heman demê de mirov dikare fêkiyan di demsalên cuda de bi kar bînin. Xwarina kaxan ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e."
'Bi armanca xurtkirina serxwebûna xwe ya aborî proje vekir'
Miniyê Obeyîdî derbarê armancên xwe yên vekirina vê projeyê de wiha axivî: "Bi armanca ku karek taybet girêdayî kesayeta min hebe, min ev proje vekir. Bi armanca ku di çarçoveya malê û mezinkirina zarokan de sînordar nemînim. Min xwest ji xwendina xwe sûd bigrim û nehêlim 17 sal ji keda min a xwendinê vala biçin. Bi vê projeyê ez dixwazim armancên xwe yên madî û manewî pêk bînim, her wiha parastina nirxa xwe ya rast di civakê de bikim. Bi derfetên kêm û heyî ez hewl didim projeya xwe berfirehtir bikim. Min hilberînên xwe di pêşengeha Nabil, Tûnis û Sêdî Bûzîd de pêşkêş kirin. Di heman demê de min ji perwerdeyên ku komeleya Nebit El-Heyat ji bo fêrbûna şêwayên hişkirina fêkiyan gelek sûd girt."
'Ji ber ku nikarim ciyê kar peyda bikim nikarim projeya xwe berfirehtir bikim'
Miniyê Obeyîdî behsa zehmetiyên ku di projeya xwe de pê re rûbirû dimîne kir û wiha got: “Zehmetiyên herî dijwar rastê min tên, tunebûna dikanek ku berhemên projeya xwe tê de pêşkê bikim e. Ji ber vê yekê karê min sînordar dimîne û li gor daxwazan ez fêkiyan amade dikim. Eger dikanek min hebe, ez dikarim hemû cureyên kaxan çêkim û milet dikare bi hêsanî wan bixwaze. Di heman demê de pêdiviya min bi makîneyên ku hemû cureyên fêkiyan hişk dike heye. Ez hewl didim bi demê re vê projeyê fireh bikim û hilberînên wê baştir bikim."
'Jina ji hêza xwe bawer dikare serkeftinan bi dest bixe'
Di dawiya gotinên xwe de Miniyê Obeyîdî bal kişand ser rola jina Tûnisî di misogerkirina destkeftiyan de û wiha axivî: "Jina Tûnisî xwedî hêz û baweriyê ye. Ew dikare hebûna xwe tevî hemû kêşeyan jî, nîşan bide. Jina ku di rêvebirina malê û xwedîkirina zarokan de biserkeve, dikare di warên cuda û di rêvebirina projeyan de jî biserkeve. Vekirina projeyan di civakek ku xwe li ser feraseta mêr ava kiriye, gavek serkeftî ye. Banga min ji jinên gundan re heye ku teslîmiyetê qebûl nekin û di pêşxistina kesayetên xwe de bi îsrar bin. Ji çarçoveya malê derkevin. Eger jin ji hêza xwe bawer be, dikare bi hêsanî destkeftiyan bi dest bixe. Girîng e ku jin di jiyanê de bibe pêşenga zarokên xwe. Ji ber ku zarok bi serkeftina dayîkên xwe serbilind dibin."