Li Helebce pêşangeha jinan

Li Helebce ji bo jinên ku dixwazin bibin xwedî kar û dahata xwe, pêşnagehek hate vekirin. 25 jin berhemên xwe yên keda dest, xwarin û dizaynên di malê de pêşan dan.

Helebce – Li parêzgeha Helebce dûh ji bo jinan pêşangehek hate vekirin. Di pêşangehê de 25 jinan berhemên keda destê xwe ên weke cil û bergên kurdî, xwarin û aksesuarên jinan û aksesuarên di nava malê de pêşan dan.

‘Di pêşangehê de gelek cûreyên berheman hene’

Rêveberiya projeya pêşangehê Ajîn Hîdayet derbarê pêşangehê de wiha got: “Ev pêşangehê me ji bo 25 jinan vekir û me hewl da jin bi riya vê pêşangehê berhemên keda destê xwe bidin nasîn. Piranî jinên beşdarî pêşangehê bûn ên li malê dixebitin û karê wan nehatine nasîn in. Di vê pêşangehê de berhemên destê jinan ên weke cil û berg, xwarin û aksesuarên jinan cih digre.”

‘Bila berhemên jinan werin naskirin’

Gelek jin bi keda destên xwe beşdarî pêşangehê bûn.

Şeyda Seyîd ku ev 6 sale karê ciwankariyê dike û di pêşangehê de bi berhemên xwe beşdar bûye ji bo xwe birandayek bi navê Nilufer daniye. Şeyda Seyîd got: “Ez xwedî birandaya Nîlufer im. Ez karê çêkirina sabûn, şampuan û seroman û ciwankariyên jinan dikim. Di sala 2018’an de min dest bi vî karî kir û min tenê sabûn çêdikir. Lê belê piştî wê min dewreya perwerdê girt û niha min berhemên xwe zêde kiriye. Sala 2018’an min xwendina xwe temam kir û ez tayîn nebûm û min biryar da bibim xwedî dahata xwe û vê birandayê ava bikim. Ev cûrên bazaran ji bo Helebce gelek girîng e. Ji ber hejmarek zêde jinên xwedî kar li Helebce hene û divê di bazarek bivî awayî de kombibin, da ku berhemên wan werin naskirin.”

Pêşangeha jinan rastî eleqeyek mezin tê.