NUJINHA bi karkerên jin re li atolyê ye: Em jiyanek bê kedxwarî dixwazin!
Ajansa me çû serdana atolyeya tekstîlê û rojek xwe li wir bi jinên kedkar re derbas kir. Jin 8’ê Adarê bi daxwaza dinyayek bê tundî û bê kedxwarî pêşwazî dikin û dibêjin “Bila jin li qadê di şûna me de jî daxwazên me biqîrin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Jinên cîhanê, çirûska ku di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New Yorka Emrîkayê 40 hezar kedkarên jin ên tekstîlê pêxistin, vediguherînin meşaleyek û dighînin nifşên nû. Jinên ji bo şertên baştir ên kar dest bi grevê kirin, xwe piştî êrîşa polîsan di fabrîqeyê de kilît kirin û hatin şewitandin. Di vê şewatê de 129 karkerên jin mirin. Ev şewat ji bo jinan nebû dawî, bû berxwedan û destpêka têkoşînek mezin a ji bo mafên xwe.
Di sala 2025’an de jî ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tenê çend roj man. Li Kurdistanê jî jin xwe ji bo daketina qadan a li hember şer, krîzên aborî û civakî, amade dikin.
Kelecana azadiyê
Banga dîrokî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, ji bo azadî û demokrasiyê derî vekir. Jin jî bi kelecana van pêşveçûnan 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Çav li rê ye ku di bin roniya vê bangê de, li Amedê beşdariya li mitînga fînalê ya 8’ê Adarê girseyî be. Lê hê jî li fabrîqeyan bi hezar jinên ku vê rojê ewê bi xebatê pêşwazî bikin hene. Bi sedema krîza aborî û xizaniya zêde, yên ku digel şertên dijwar û binpêkirina mafên wan jî neçar in bixebitin, jinên kedkar in. Ev jin, dixwazin ku di 8’ê Adarê de jiyanek bê tundî û kedxwarî bijîn.
Di şûna koçkirinê de berê xwe dan tekstîlê!
Li Ameda ku derfetên kardîtinê kêm in ciwan neçar dimînin ku ji bo xebatê an koç bikin an jî bi erzanî dixebitin. Ciwanên ku digel mercên dijwar ji bo ku koç nekin li fabrîqeyên tekstîlê û li atolyeyan dixebitin, nikarin bedêla keda xwe bistînin.
Mercên dijwar derfetên kêm mehaneya hindik!
Em li ser navê ajansa me çûn fabrîqeya tekstîlê, me rojek jinên kedkar û tengasiyên ku dikşînin, tomar kir.
Jinên ciwan serê sibê di 08.00’an de dest bi kar dikin û êvarê di 19.00’an de karê wan diqede. Piştî ku dest bi kar dikin du car bêhna xwe didin. Carek ji bo xwarinê carek jî ji bo bêhnvedanê. Temên van jinên kedkar di navbera 18-24 salî de ye. Heta êvarê bi makîneya dirûtinê, ûtiyê, paketkirina tiştan an jî jimartina paketan re mijûl dibin. Karkerên ku makîneya dirûtinê dişuxilînin ne tê de hemû karker, karên xwe li ser piya dikin. Karkerên ku destûra wan a heftane tenê rojek e, gelek caran nikarin bikar bînin. Jiyana wan a civakî hema bêje qet tuneye. Di navbera malê û kar de diçin û tên. Tenê daxwazek wan heye, ew jî stendina bedêla keda xwe ye.
‘Ji bêhaliyê xwarinê ji bîr dikim’
Jina ciwan a 21 salî ya bi navê Hebûn Akan, ev 2 sal in di tekstîlê de dixebite. Ji bo debara malbata xwe bike, terka dibistanê daye û bi birayê xwe re dest bi vî karî kiriye. Hebûn dibêje ku hinek caran ji ber ku kar gelek e, nikare destûra xwe ya heftane jî bikar bîne. Hebûn anî ziman ku di nav rojê de pir dixebite û gava diçe malê jî, tenê dikare ji bo xewê dema xwe veqetîne. Hebûn, derbarê şertên xebatê yên di nav de ye ev tişt anîn ziman: “Roja min tim li vir derbas dibe. Ev westan me tengav dike. Gelek caran dema diçim malê ewqas westiyayî me ku nikarim xwarinê jî bixwim. Min digot ez biçûma dibistanê dê ciyê min niha xweştir bûya. Lê niha wek jinek ciwan bi vî awayî be jî dikarim destek bidim malbata xwe. Lewma jî serbilind im. Rojên min an li vir an jî li malê derbas dibin. Heftiyê rojek destûra me heye, em hewl didin ku wê rojê jî bêhna xwe bidin.”
‘Pereyê ku distînim têra lazmatiyên min nake’
Hebûn destnîşan kir ku nikare bedêla keda ku dide bistîne û wiha got: “Mehaneya ku ez li vir distînim li gor keda min gelek kêm e, ez nikarim her tiştê ku dixwazim bistînim. Ez û birayê xwe li vir dixebitin. Tu qadeke me ya civakî tuneye. Jixwe ji bêhaliyê em nikarin jî. Ez ji bo hemû jinan 8’ê Adarê ya bê kedxwarî dixwazim. Jin di her qadê de rastî kedxwarî û mobîngê tên. Berê me nizanibû ku mobbîng, kedxwarî û desteserkirina kedê çi ye, êdî em dizanin.”
‘Hem dixebitim hem jî amadekariya azmûnê dikim’
Jina ciwan a ku ev 6 meh in di fabrîqeyê de dixebite, 19 salî ye û navê wê Sultan Kaya ye jî, xwedî heman pirsgirêkan e. Sultan anî ziman ku pir dixebitin lê hem ji ber krîza aborî hem jî pereyê kêm ku distînin, nikare lazmatiyên xwe jî bikire. Sultan wiha got: “Bavê min astengdar e. Ji ber ku ew naxebite, em dixebitin. Mehaneya ku em distînin têr nake. Em du xwişk û bira dixebitin, lê pereyê me têra tiştek jî nake. Em pir diwestin, carna qet naxwazim werim, lê mixabin nabe. Gava têm malê jî, ji bo azmûnê dixebitim, amadekarî dikim. Gelek diwestim. Li vir binê çavê herkesî ripîreş e, şertên jiyanê mixabin zor in. Em nikarin mîna mêran wisa tavilê kar bibînin. Ew dîsa ji me pirtir mehane destînin. Pêwîst e ku ev rewş biguhere.”
‘Daxwaza min jiyanek bê kedxwarî û tundî ye’
Jina ciwan a 24 salî ya bi navê Berçem Kaya jî, dibêje ku ew û hevalên wê li fabrîqeyê dê 8’ê Adarê bi xebatê derbas bikin û ji ber ku kar pir e, ewê nikaribin beşdarî mitîngê bibin. Berçem, ev salek e di tekstîlê de dixebite. Berçem diyar kir ku gelek dixwaze bi jinan re li qadê be, lê şertên wê dest nadin û wiha got: “Şertên me zor in lê ger ku jin bi hev re tevbigerin, tiştek ku nikaribin bikin tuneye. Em dinyayek ku tê de aştî hebe, tundî tunebe û kedxwarî tunebe dixwazin. Ev jî dê bi têkoşînê bê. Min pir dixwest ku di 8’ê Adarê de li qadê bim. Lê ew roj destûra min tuneye. Jinên ku li qadê ne, bila daxwazên me di şûna me de biqîrin.”