‘Barê herî mezin di şeran de li ser milê jinan e’

Bijîşka derûnî Meysaa Hesayrî teqez kir ku herêmên şer lê dewam dikin barê herî mezin li ser milê jinan e.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Di hawireke ku şer û pevçûn her ku diçe belav dibe de, girîngiya piştgiriya jinan û hevgirtina jinan roj bi roj zêde dibe. Çeka herî mezin a li dijî şerên ku ji aliyê hişmendiya mêr ve tên afirandin, têkoşîna hevpar a jinan e. Ji ber ku li derdorên ku nakokî lê zêde dibin, sûcên li dijî jinan û şîdeta fîzîkî û derûnî her ku diçe zêde dibin.

Psîkiyatr Maysa Hasairi diyar kir ku herêmên ku berdewam nakokî û şerên bi xwîn lê diqewimin, wek Filistîn û Lubnan, "herêmên tansiyona bilind" ne û li vir atmosfereke bêewlehiyê serdest e, ku tundiyê teşwîq dike û bandorê li hemû welatiyan dike. Meysaa Hesayrî destnîşan kir ku derdorên bi vî rengî yên tundûtûjiyê dibin sedem ku mirov neçar bibin ku biçin herêmên din.  

Bandora şer û pevçûnan li ser jinan

Derûnnas Meysaa Hesayrî got: "Jin ên herî zêde ne ji şer û nakokiyan zirarê dibînin, ji ber di civakeke baviksalar de dijîn herdem jin li van herêman ji hemû awayên tundî û cudakariyê re derbas dibin. Her wiha rewşên giran bi jinan re derbas dibin di nav de bêmalbûn, birçîbûn û belavbûna nexweşiyan bi sedema nebûna pêdiviyên jiyanî yên herî biçûk û paqijiya kesayetî û giştî. Jin nikarin pêdiviyên tenduristî taybet bi dewreya mehane jî bigrin. Jinên li herêmên bi nakok dimînin nikarin ava vexwarinê û serşokan peyda bikin û dibin qurbana rewşên giran û siyasetên civakî yên parastina pêwîst ji wan re peyda nake."

Tundiya fîzîkî û aborî

Meysaa Hesayrî têkildarî tundiya li dijî jinan ku bi şeran tê rawakirin wiha got: "Keç di van rewşan de ji xwendinê kar û zewaca zû qut dibin her wiha 60 ji sedî ji jinên ducanî jiyana xwe ji dest didin bi sedema nebûna xizmetên tenduristî û baldariya tenduristî. Normalde sedemên wefata wan ji ber qezayên biçûk in mirov dikare bide aliyekî. Eger saziyên tenduristiyê hebana yan jî ev jin li herêmên bi ewle jiyan kiribana dê wisa nebûba. Bandora şer li jinan gelek in û cuda ne ji wan aborî civakî û derûnî ne. Gelek lêkolînan isbat kirin ku şer bandoreke neyînî li derûniya jinan dike û hestê stresa zêde û tirsê li cem wan çêdike. Ji ber piraniya jinan di civakeke baviksalar de dijîn, jinên ji şer xilas bûne li hember tundiya fîzîkî û aborî dimînin."

Meysaa Hesayrî têkildarî tundiya aborî ku jin li heremên şer lê heye pê re rû bi rû dimînin jî wiha got: "Jin li herêmên bi nakok di milê aborî de ne serbixwe ne û herdem li pey zilam û malbatê ne. Dema kesê debara wan dike wenda dike zehmetiyan di peydakirina berjewendiyên xwe de dibîne her wiha li kêlek wê nebûna pereyan li cem jinan ji bo debara zarokên xwe bikin. Hin caran jin karê xwe wenda dikin ji ber zextên koçberiya bi darê zorê li ser wan hene. Ev yek dihêle di rewşên zehmet de kar bikin. Jin roleke girîng di malbatê de dilîze bi taybet di rewşa şer û nakokiyan de ji ber ew in ên sereke malbatên hevseng ava dikin û berpirsên peydakirina malbatên xwe ne ji ber zilam di şer de beşdar dibin. Jin di vê demê de berpirsyariya malê û zarokan di nebûna zilam de radikin ser milên xwe û kedeke mezin didin ji bo pêdiviyên girîng peyda bikin."

‘Divê jin têbikoşin’

Meysaa Hesayrî derbarê bandora derûnî di şeran de li ser jinan li Tûnisê got: "Ne tenê di erdnîgariya şer û nakokiyan de ev ye dibe lê belê firehtir e. Jina Tûnisî tevî ku di milê erdnîgarî de dûrî şer e lê belê bandoreke derûnî li wan dibe dema wêne û vîdyoyan dibînin. Jin bi van yekan diwestin û di milê derûnî de bandor dibin. Bandora derûnî ya şer û nakokiyan li ser jinan hin caran mezin e ji ber piraniya jinên bûyeran dişopînin dikevin şokan stres digrin û nexweş dikevin."

Meysaa Hesayrî wiha domand: "Jinên li herêmên serbixwe û ewle, mîna Tûnisê dijîn roleke mezin di hişyarkirina nifşên pêşerojê de dilîzin û girîngiya mafên mirovan ji wan re şîrove dikin. Her wiha derbarê mafên jinan ên li herêmên bi nakok de wan hişyar dikin ji bo ku ramana beşdariya di çalakiyên bi armanc de li cem wan çêbibe her wiha piştgiriya mafên jinan jî çêbibe. Girîng e em ji zarokan re çêrokên berxwedana jinan vebêjin û dengê wan bigihînin. Ji ber naskirina dîrokê roleke girîng di balkişandina ser dozên mirovî de dilîze.  Girîng e jin bikevin karê komeleyan de ji ber wareke parastina mafên mirovan dikin bi taybet jin."