Artêşa Îsraîlê 4 Filistînî kuştin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Zîvala Xezayê de, zarokek jî di nav de 4 Filistinî hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan - Tevî peymana agirbestê jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê berdewam dikin. Di encama bombebaran û gulebaranên ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li deverên cuda yên Xezayê hatin kirin de, îro zarokek jî di nav de 4 Filistînî hatin kuştin.
Di êrîşên îro pêkhatin de, yek jê zarok 2 Filistînî mirin û gelek kes birîndar bûn.
Rayedarên tenduristiyê yên li Xezayê ragihandin ku ji dema îmzekirina peymana agirbestê û vir ve di êrîşên Îsraîlê de herî kêm hezar û 1600 Filistînî hatin kuştin.
Rayedarên Filistînî, diyar kirin ji 7’ê Cotmehê û vir ve hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de hatine kuştin gihîşt 74 hezar e.
Di heman demê de, di encama gulebarana hêzên Îsraîlê ya li başûrê Xan Yûnisê de zarokek 5 salî birîndar bû. Li rojavayê bajarê Xezayê jî di encama êrîşa hêzên deryayî yên Îsraîlê de masîgirek birîndar bû û du kestiyên masîgiriyê hat îmhakirin.