Aktivîsta Efganî ku beşdarî kongreya NADA bûye: Piştevanî û diyolag şert e
Aktivîsta Efganistanê ku beşdarî Kongreya NADA bû, got ku “Tundiya ku li dijî jinên Kurd, Filistînî, Efgan û li cihên din, berhemên heman pergalê ye. Ji bo têkoşîna li dijî vê pergalê piştevanî û diyolag şert e.”

Silêmanî – Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê bi beşdariya 200 delegeyên ji 19 welatên cûda, tê lidarxistin.
Di kongreyê de rewşa jinên ku di bin rejîmên zextan de dijîn, derfetên piştevaniya herêmê û mijarên derbarê pêşerojê de hatin nîqaşkirin. Jinên ji herêmên cûda yên Efganistan, Îran, Kurdistan, Filistîn û dinyayê hatin, êşên xwe yên hevpar û têkoşîn anîn ziman, bal kişandin ser girîngiya rêxistina kolektîf a ji bo pêşerojek azad.
‘Jinên Efganistanê ne tenê ne’
Parêzvana Mafên jinan a Efganistanê Zoya bal kişand ser zextên giran ên jinên Efganistinê ku piştî Talîban cardin bûye desthilatî û wiha got: “Ji 2021’an heta niha li Efganistanê jiyan ji bo jinan vegeriya girtîgeha malê. Zarokên keç ji perwerdeya piştî dibîstana seretayî bêpar in. Xebata jinan, werzîş, geştkirin, çûyîna parkê ya bi zarokên xwe re û yan jî azadiyên ferdî yên asan jî qedexe ye. Jinên di bin desthilatiya Talîbanê de ne, di şertên gelek dijwar de dijîn, lê belê civaka navnetewî li beramberî vê felaketê bêdeng e. Dengê me tê sansurkirin û naxwazin me bibînin.”
Zoya da zanîn ku hebûna wan a di kongreyê de peyamek girîng dihewîne û wiha got: “Jinên Efganistanê ne tenê ne. Tundiya ku li dijî jinên Kurd, Filistînî, Efgan û yên li cihên din, berhemên heman pergalê ye. Ji bo têkoşîna li dijî vê pergalê piştevanî û diyolag şert e.”