Ji TJA’yê têkildarî Kongreya PKK’ê daxuyanî

TJA’yê li ser biryarên di 12’emîn Kongreya PKK’ê de hatin girtin daxuyanî da û wiha hat gotin: “Jin di têkoşîna aştî û azadiyê de pêşeng in. Ev ji ronasansê zêdetir avakirina civakîbûna nû ye.”

Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser kongreya PKK'ê ya di rojên 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Bi ruhê Jin, jiyan, azadî em civaka demokratîk komunal ava bikin” hat dayîn de wiha hat gotin: “Em ji ber şahidiya serdema qehremeniyan ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin re rûmetê dijîn.”

Di daxuyaniya TJA'yê de wiha hat gotin:

 “Têkoşîna me ya azadiyê ya em bi parastina mîrateyên me ji dîroka xwe girtine didomînin, bi bedelên mezin heta roja îro hatiye. Bi keda mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, armanca avakirina civakeke aştiyane û demokratîk a li ser eksena sosyalîzmê weke îdeolojiya demokratîk, ekolojîk û jinan, hemû pêkhate û pergala rizgariya jinan, hemû pêkhateyên gel, pergala azadiya jinan, hemû pêkhateyên civakê, azadiya jinan, hemû pêkhateyan, azadiya gelan û azadiya gelê Kurd e. Neteweya demokratîk, wê bi cudahî û cihêrengiyên xwe re bi hev re bijîn û hemû aliyên jiyanê yên weke çand, aborî, hiqûq, tenduristî û perwerdeyê bi rêxistin bike û bi rêve bibe.

 Perspektîfa Rêberê Gelê Kurd a 'Jin mêtingeha yekemîn e, bêyî azadiya jinan azadiya civakê pêk nayê' nexşeriya riya têkoşîna me jinan diyar kiriye. Jinên Kurd bi vê ferasetê bi avakirina rêxistinên xweser ên resen Îdeolojiya Rizgariya Jinan bi pêş xistin û bûn pêşengên avakirina îdiaya jiyana azad a li ser bingeha jineolojiyê. Her cure tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan ku nîşaneyên mêtingeriyê ne, van polîtîkayên zayendperest bi sazî kirine û birînên kûr di civakê de vekirine. Tevgera Azadiyê ji hundir ve dest pê kir, şêwazên têkiliya jin-mêr ku çavkaniya hemû pirsgirêkên civakî ne, neçar kir ku bi perspektîfa ‘hevjiyana azad’ biguhere û veguherîne. Destkeftiyên wekî pergala hevserokatiyê ji bo azadiya jinê hêz dan hemû cîhanê.

Tevgera azadiyê bêyî ku bikeve nava dogmatîzmê bûye xwedî derfetên veguherînê

Erdnîgariya Kurdistanê çawa ku di destpêka dîrokê de mazûvaniya destkeftiyên mezin ji bo mirovahiyê kir, bi afirandina nirxên demokratîk jî dikaribû ji kaosa pergala îroyîn derkeve. Serkeftinên xwe yên mezin deyndarê çanda dîrokî ya qedîm a ku xwe dispêre wê, her wiha bi bedelên mezin ên ku di têkoşîna azadiyê de daye. Tevgera azadiyê bêyî ku bikeve nava dogmatîzmê, di vê kêliya dîrokê de bi nûbûn û mezinbûna domdar, derfetên nû yên veguherînê bi dest xistiye. Vê dînamîzmê êrîşên herî hovane yên di dîrokê de pûç kir û hêzên demokrasiyê yên li Rojava li rastiya wan vegerand.

 Bang tê wateya destpêka serdemeke nû

 ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Ocalan a di 27’ê Sibatê de ronîkirina vê wêrekiya îro ye. Ji bo hêzên desthilatdar xwe li ser vê hêzê ava bikin bûye pêwîstiyek û ev jî bûye sedema destpêkirina serdemek nû. Siyaseta demokratîk û mekanîzmayên têkoşîna azadiyê yên wekî komun û meclîsê wê bibe bingeha pêvajoya pêş. Berdewamkirina têkoşîna aştiyê ya bi avakirina sosyalîzma demokratîk, wê hem li cîhanê hem jî encamên herêmî biafirîne.

 Ruhê demê rûmet û berpirsyariya pêşengiya vê pêvajoyê daye me. Yên ku nikaribin vî ruhî rast bixwînin dê bi ser nekevin. Banga Birêz Ocalan û avakirina civaka demokratîk ku yek ji biryarên kongreya PKK'ê ye, ne tenê gelê Kurd, hemû gel, jin, ciwan, astengdar, ji baweriyên cuda, ziman û çandên cuda yên li erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn, bi awayekî azad û wekhev dê bi hev re bijîn. 

 Girîngiya têkoşîna demokrasî û azadiyê

 Esasgirtina jiyana ekolojîk, azadkirina kedê û avakirina têkiliyên jin-zilam li ser esasê wekheviyê hêmanên bingehîn ên civaka sosyalîst a demokratîk in. Her wiha sîstemeke jiyanê ye ku mirov bi îradeya xwe dikare xwe bi rêve bibe û biryar li ser esasê razîbûna kolektîf tê girtin. Ev modela civakê ye ku dewlemendiya çandî tê jiyîn, çiyayên Kurdistanê bi pêlên serhildêr ên Behra Reş re, deştên Çukurovayê bi şaxê zeytûnê yên Egeyê re di nav ahengê de bin. Di pêvajoya paqijkirina têkoşîna demokrasî û rizgariya ji tundiyê de, hemû dînamîkên civakê xwedî erk û berpirsyariyên girîng in. Ji bo ku ev pêvajoy bi ser keve divê hemû dînamîkên siyasetê gavên pêwist biavêjin.

 Weke ku birêz Ocalan diyar kir, ji bo pêvajo bimeşe divê şert û mercên xebatê yên guncaw bên afirandin. Divê azadiya girtiyên nexweş bê misogerkirin, girtiyên siyasî bên berdan, dawî li polîtîkayên qeyûm bê anîn û vîna gel bê naskirin. Her wiha di asta qanûnî û destûrî de hemû qanûnên antîdemokratîk bixin rojeva Meclîsê wê hêviyên gel ku dewlet pêvajoyê bi samîmî dimeşîne zêdetir bike.

 Ji bo qetlîamên jinan avêtina gavên cidî ji bo çareseriyên bîrdozî û hiqûqî, li ber çavan bê girtin, keda femînîst û tevgerên jinan, ji bo avakirina civaka demokratîk girîng e. Li Tirkiyeya ku her roj jin tên qetilkirin, zewacên zarokan hewl tê dayîn meşrû bibin û polîtîkayên bêcezakirinê bidomin, aştî pêk nayê. Divê avêtina van gavan tenê ji îradeya hin koman re neyê hiştin. Rola jin, ciwan, ekolojîst, femînîst, komên çep-sosyalîst û rêxistinên civaka sivîl di teşekirina van pêvajoyan û civakîkirina aştiyê de xwedî girîngiyeke jiyanî bin.

 Avakirina aştiyê bi destên jinan 

 Têkoşîna me rastiya gel a ku ziman, çand û dîroka xwe diparêze, bi pêşengiya jinê li ser bingeha felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û feraseta ‘xwebûn’ afirandiye. Jinên ku nikaribûn malên xwe terk bikin bi nêzîkatiyên bîrdozî, siyasî û pratîkî yên tevgera azadiyê dest bi pêşengiya her aliyê jiyanê kirin. Di bin ronahiya van tecrubeyên dîrokî de em weke TJA di pêkanîna pêvajoya nû de xwe weke kirde dibînin. Em ê civaka demokratîk a ku em ê bi têkoşîna aştiyê pêk bînin, bi hemû beşên civakê, di serî de hevrêyên xwe yên li girtîgehê û Dayikên Aştiyê, bikin jiyanî. Rêbertiya jinên ku di şeran de êşa herî mezin kişandine, di avakirina aştiyê de bi pîroziya jiyanê re hevrû ye. Di çarçoveya vê armancê de îdiaya me ya ji bo kûrkirina bîrdozî, rêxistinî û mezinkirina têkoşînê ya pêwîst wê her ku diçe mezin bibe. Biryardariya me ew e ku li ser esasê konfederalîzma jinê, sedsala 21’an bikin sedsala gelan.

 Sedsala 21'ê dê bibe sedsala jinan

TJA'yê wekî ku di konferansa xwe de jî destnîşan kir, bingeha civaka demokratîk û jiyana azad bi azadiya jinê û nasnameya mêr a sosyalîst a bi şêwaza Prometheus pêkan e. Ji bo civaka sosyalîst a demokratîk potansiyela pêwîst di kombûna nirxên ku ji têkoşîna azadiya jinê derketine de ye. Ji ber vê yekê di avakirina civaka demokratîk de ku banga sedsalê ye, em ê têkoşîna jiyana azad bi gelê xwe re ji koka wê heta dawiyê mezin bikin. Em ê di înîsiyatîfa aştiyê û danûstandinan de xwe berpirsyar bibînin. Bi hişmendiya ku aştî tenê di asta siyasî de nemîne, em ê meşa xwe ya azadiyê ya jineolojiyê ji asta herêmî destpê bikin û ber bi gerdûnî ve bimeşin û bidomînin.

Amadekariya ji bo serdema nû ya têkoşînê 

Tevgera Azadiyê bi çanda xwe ya mezin a berxwedanê ruh û hişmendiyeke nû afirandiye. Ji bo jiyankirina vî ruhî berpirsyariya xwe hîs dikin, bi hêza kevneşopî û heyecana siberojê xwe ji bo serdema nû ya têkoşînê amade dikin. Bi jibîrnekirina nirxên ku di dîroka xwe ya berxwedanê de afirandiye, bi mezinkirina wan, bi ruh û hişmendiya azadiyê kûrtir bikin û bi perspektîfa jinê estetîze bikin em ê bibin pêşengên civaka demokratîk."