Di êrîşa Îsraîlê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li hember Zîvala Xezayê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Zîvala Xezayê didomin. Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ragihand ku artêşa Îsraîlê bi balafira bêmirov a biçek li derdora Zanîngeha Îslamî ya li herêma Meen a li rojhilatê Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê de xistiye. WAFA’yê got ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.
Hat hînbûn ku di êrîşek din a hewayî ya li ser bajaroka Fexarî ya li rojhilatê Xan Yûnisê de kesekê jiyana xwe ji dest daye. Di êrîşa duh a li heman bajarokê li dijî erebeyek pêk hat de jî zarokek ku birîndar bûbû. Zarokê birîndar, jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Tîbaya li rojhilatê bajêr kampek bombebaran kiriye. Di encama vê êrîşê de jî zarokek û 4 kes birîndar bûn.
Li derdora Nexweşxaneya Şuheda El Eqsa ya bajaroka Dêr Beleh a naverasta Xezayê de kampeke koçberan hat bombebarankirin û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li rojhilatê Cibalya ya li bakurê Xezayê malek bombebaran kirine û di encama bombebaranê de hin kes birîndar bûne, hin kesan jî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dane.