Îsraîl êriş bir ser Filistiniyên li benda alîkariyê bûn
Îsraîlê bi çekên otomatîk gule li Filistîniyên ku li Şerîda Xezayê li benda alîkariyê bûn reşand. Di êrişê de 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê berdewam dikin. Îsraîla ku bi rêgirtina li ketina alîkariyê bo Xezayê Filistîniyan mehkûmî birçîbûnê dike, êrişî Filistîniyên ku diçin xalên belavkirinê dike.
Di êrişeke Îsraîlê yê bi ser ser xelkê ku li nêzîkî Korîdora Netzarim li başûrê Xezayê li benda alîkariyê bûn de, 25 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên êrişê li ser medyaya civakî jî hatin parvekirin. Di parvekirinan de tê dîtin ku leşkerên Îsraîlê bi çekên otomatîk Filistînî hedef digirin û ji guleyan direvin.
Îsraîl armanc dike ku bi neçarkirina Filistîniyan ku ber bi deverên ku alîkarî lê tê belavkirin koç bikin, Neteweyên Yekbûyî û ajansên din ên alîkariyê ji bîr bike û bakurê Xezayê vala bike.