Çîroka Hedîl: Dîlgirtina 4 salan û rizgarî

Hedîl Nayîf a ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin, piştî çar sal û nîvên dîl girtî ji aliyê YPJ’ê ve hatiye rizgarkirin diyar kir ku hê jî mîna ku di xewnek de be. Hedîl dibêje: “Heta hemû windayên me neyên azadkirin ez xwe azad hîs nakim.”

CIHAN ZEMO

Şengal – 3’ê Tebaxa 2014’an di dîroka mirovahiyê de wekî rojek reş, rojek şerma mirovahiyê cihê xwe girtiye. DAIŞ’a ku li Rojhilata Navîn hespê xwe yî hovîtiyê bê aman dibezand di vê rojê de pêkanînên xwe yên dermirovahî derxist lûtkeyê. Di vê rojê de DAIŞ’ê êrîşî cîh û warên qedîm ên Êzîdiyan Şengalê kir da ku kesek jî sax nemîne. Jixwe DAIŞ li ser bingeha tunekirina pêkhate, bawerî û gelên resen ango dewlemendiya Rojhilata Navîn hatibû sazkirin. Hêzên li dijî wekhevî û azadiya gelan vê carê biryar dabûn ku rasterast Rojhilata Navîn vegerînin gola xwînê û reştiya mêjî û dilê xwe li vê erdnîgariyê serwer bikin.

Civaka Êzîdî vê rojê wekî ferman pênase dike. Ferman tê wateya tunekirina ol û baweriya wan ango tunekirina wan. Bîrûboçûna fermanan a civaka Êzîdî her zîndî ye. Ji ber ku hêzên dijmirovahiyê nahêlin ku ev bîr wenda bibe. Ne zêde herî kêm 10 salan carekê êrîş li vê civakê tê kirin. Li gor civaka Êzîdî, 74 ferman li ser wan hatiye rakirin lê di rastiyê de ev hejmar hîn bêtir e. 74 caran cîh û warên wan hatine talankirin, keç û xortên wan hatiye kolekirin û civaka wan bi rê û rêbazên herî hovane hatiye qetilkirin.

Di ser fermana 2014’an de 11 sal derbas bû. Di nav van 11 salan de civaka Êzîdî şahidî ji gelek geşedanên erênî re kir. Bi fikrên azadiyê yekem car ketin ferqa hebûn û sedema rasthatina li êrîşên li ser xwe. Di rojên dawiyê de jî bi nêzhatina salvegera fermana 2014’an civaka Êzîdî li her derê şehîdên fermanê bibîrtinîn. Hewl didin ku êrîş û berxwedana li hemberî van êrîşan neyê jibîrkirin. Em jî bi vê wesileyê carek din berê xwe didin şahidên vê fermanê û serpêhatiyên wan ên fermanê guhdar dikin. Ji bo yên wan rojan jiyan kiriye bahskirin, ji bo me jî guhdarkirina wan serpêhatiyan hêsan nîne. Em di vê nûçeya xwe de cih bidin çîroka Hedîl Nayîf ku jinek ciwan a Êzîdî bû ku di 19 saliya xwe de dîl dikeve destê DAIŞ’ê û 4 sal û nîv di destê DAIŞ’ê de dimîne.

Me ji pêşmergeyan bawer kiribû ku ewê me biparêzin’

Hedîl Nayîf dema wek dîl dikeve destê DAIŞ’ê hîn 19 salî ye. Keçeke wê ya sal û sê mehî heye. Bi eslê xwe ji Girzerik e û wexta fermanê jî li Girzerik li mala dayîka xwe ye. Hedîl ji bo ajansa me wiha behsa roja fermanê û tiştên ku jiyaye dike: “Me ji mêj ve bihîstibû ku DAIŞ êrîşî gel dike, lê me ji pêşmergeyan bawer kiribû ku wê me biparêzin. Ji ber vê jî em nereviyan heta ku bişev seat 2’yan de DAIŞ êrîşî Girzerik kir. Jixwe pêşmerge reviyabûn, gelê Girzerik bi derfetên xwe li hemberî DAIŞ’ê li berxwe dan. Li aliyê din jî gel ji Girzerikê derdiket û ji bo xwe bigihîne çiya ber bi lofan ve diçûn. Em jî bi xwişk, bira, dayîk û bav nêzî 20 kesî bûn. Ji ber erebaya me tune bû em bi linga bi rê ketin. Bi hezaran mirov bi awayekî tîrsnak û perîşan wekî me bi rê ketibûn. Di seat 9’ê siharê de DAIŞ kete nava Şengalê, hîn seat nebû bûbû 11 DAIŞ’î li ser rêya giran me girtin û em li erebeyan siwar kirin dîsa anîn Şengalê.”

‘Em birin zîndana Badûşê’

Hedîl anî ziman ku li Şengalê ew birine salonek mezin a dawetê, li vir mêr û jin ji hev cuda kirine û  wiha pê de çû: “Dawiyê me ji vir birin cihekî berê yê pêşmergeyan bû. Li vir me di hewşê de hiştin, ji bo mêr nerevin wan jî xistin odeyan. Di vê navberê de bavê min di rê de firsend dîtibû û reviyabû. Li vir ji me re gotin heke hûn bibin misilman em tiştekî bi we nakin. Wê şevê di seat 12’an de me birin Beacê, mêran jî birin Tilafer û Mûsilê. Li vir jinên ciwan û hin keçên temênê wan hîn biçûktir ji jinên din cuda kirin. Ez, xwişka min û jin birayê min bi vî awayî ji ferdên malbatê yên din hatin cudakirin û piştî 3 rojan me birin Tilaferê. Li vir me xistin dibistanek û ji bo rev çênebe 24 seatan nobet digirtin. Piştî 4 rojan ji ber ku şer li vir gur bû, me birin zîndana Badûşê. Li vir dîsa misilmantî li ser me ferz kirin û gotin kî ku bibe misilman em ê wan bighînin malbatên wan. Ji ber hevjînê min nehatibû girtin min navê nasekî xwe got ku ew jî girtî bû. Lê piştî hefteyekê me fêm kir tiştên dibêjin ne rast in. Ew hefteyek bû ku em ji malbata xwe hatibûn qutkirin û me tu agahî ji wan negirtibû.”

‘Kurên me ji bo li cem xwe bidin şerkirin dibirin’

Hedîl Nayîf û gelek jinên ciwan bi vî awayî ji malbata xwe tên qutkirin. Di her rawestgeha ku tên sekinandin de ferdeke malbata wan ji wan tê girtin. Li zîndana Badûşê birayê wê yê biçûk û du xwişkên wê ji wê digrin û dibin cihekî nediyar. Hedil berdewamiya axaftina xwe de wiha bahsa wan kêliyan dike: “Li vir zarokên kur ku emrê wan di navbera 7 û 13 salî de bû, ji dayîkên wan qut kirin û birin. Me dawiyê bihîst ku van zarokên hejmara wan derdora 300’î de bûn, birine Gundê Koço da ku şer bi wan bidin kirin. Li vir birayê min jî birin. Dîsa zarokên keç ku li gorî pîvanên wan xweşik bûn, ji xwe re dibirin. Dayîkên temen mezin şandin Başûr. Jinên qaşo li gorî dilê xwe dihiştin, ên ku ne bi dilê wan bûn dişandin Sûriyeyê. Li vir du xwişkên min ji min qut kirin ku hîn jî yek ji wan di destê DAIŞ’ê de ye. Em 9 mehan li Iraqê man. Piştî 9 mehan me bi erebeyên mezin destpêkê birin Reqayê piştî 25 rojan jî em birin Dêrazorê.”

Rû bi rûyê kiryarên dermirovî tê

Hedîl di nav vî 4 sal û nîvan de li gelek bajar û bajarokê Iraq û Sûriyeyê tê gerandin, 7 caran tê firotin û rastî her cureyî tundiyê tê. Bi hêrs û xemgîniyek mezin wiha bahsa wan rojen dike: “Ez 4 sal û nîv di destê DAIŞ’ê de mam. Di nav 4 salên dîlgirtî de 7 caran hatim firotin, bi her cure tundiyê re rûbirû mam. Ji ber em Êzîdî bûn her li ser me misilmantî ferz dikirin. Bi darê zorê bi me rojî û nimêj didan girtin û kirin. Tenê ji bo karê malê deriyê odeyan li me vedikirin, piştî me kar xilas dikir dîsa me li odeyê kilît dikirin. Ruxmê me her gotinê wan bi cih dianî jî dîsa em ji heqaret û lêdanê rizgar nedibûn. Keça min gelekî biçûk bû, ji ber erebî nizanî û ji wan fêm nedikir her îşkence pê dikirin. Carekî ewqas li keça min dan ku 3 mehan cihê lêdanê ji canê wê neçû. Jixwe her dixwestin keça min ji min bigirin. Birina keça min wek gefekê li hemberî min bikar dianîn. Carnan kesên me dikirîn, me dibirin nav malbatên xwe. Ew çax rewş kembaxtir dibû ku malbatê wan me nedixwestin û ji ber vê jî her kêlî li me heram dikirin. Muameleya derveyî mirovan li me dikirin. Gelek caran me bê xwarin û bê av dihiştin. Carekê çeteyên em di destê wan de bûn, çûn şer û em di malê de jibîr kiribûn. Em qasî du hefteyan tî û birçî di malê kîlîtkirî man. Carekê me birin cihekî eskerî ku diyar bû berê cihê neftê bû. Li vir amadekariya şer dikirin. Ji çaydanan bigirin hemû alavên li wir bi TNT bi me didan dagirtin. Li vî cihê neftê de 3 meh bêyî ku çavên me li rojê bikeve, em girtin.”

Ev der ne cihê me ye, em nikarin li vir bimînin’

Tevî her tiştî jî Hedîl hêviya ku dê rojek rizgar bibe winda nake. 2 caran hewl daye ku bi derfetên xwe, xwe ji destê çeteyan rizgar bike lê her carê, ji hêla çeteyan ve hatiye girtin û rastî îşkenceyên giran hatiye. Hedîl wiha bahsa hewldana reva xwe dike: “Di nav vî 4 sal û nîvî de tenê 2 car derfetê me yê revê çêbû. Cara yekem ez û hevaleka xwe ji Gundê Koço bû, em her du bi hev re firotibûn çeteyekî, me di nav xwe de biryar da ku em birevin û  xwe rizgar bikin. Wê çaxê em li Mûsilê bûn. Jinek ereb hebû li cem me rojek ji me re got heke hûn birevin ez ê alîkarî bidim we. Roja em ê birevin me dest û lingên her du jinê malê yên DAIŞ’î girêdan, me cîhaza wan a di navbera xwe de diaxivin girt û em ji malê derketin. Berî em derkevin hevala min li min nêrî ku em zarokan çi bikin. Ji çeteyên DAIŞ’ê zarokên hevala min çêbûbû. Me biryar da ku ew zarokan em bi xwe re nebin.  Mûsil bajarekî mezin e, me mirin dabû ber çavên xwe û em wisa reviyabûn. Dema em çûn mala jina Ereb li vir jî jinek Êzîdî hebû. Ji bo keşfa reva me bikin, me jinek şand cem nasekî xwe. Hîn em li wê malê bûn, kesê em ji cem wî reviya bûn, hat. Ji bo jina ku me veşartiye me bide wan, gefa kuştina kurê wê li wê xwaribûn. Ew jin neçar ma hate gel me û got ‘wê kurê min bikujin.’ Jina Ereb ji tirsan ji binî heta serî dicirifî. Ji ber bîrek li wir hebû ku DAIŞ’î kesên dikuştin dixistin wê bîrê nîşanî wê dabûn. Me hewl da ku hîn çete nehatine em xwe ji malê dûr bixin lê hîn em ji malê dûrneketîbûn erebeya çeteyan li ber me sekinî. Dest û çavê me girêdan û me siwarî erebê kirin. Ji ber hevala min careke din ceribandina revê kiribû û hatibû girtin vê carê digot ‘teqez wê me bişewitînin.’ Çavê me girtî bû û me nedizanî ka me bibin kuderê. Me bi vî awayî birin dadgeha DAIŞ’ê. Di mehkemeyê de ji me pirsa ‘çima hûn reviyan’ kirin. Min ji wan re got ‘Heke keç û jinên we jî di zîndanê de bûna û wisa hatiba serê wan ew ê jî bireviya. Em Êzîdî ne ev der ne cîhê me ye, em nikarin li vir bimînin.”

Bi zincîr, kablo û daran li me dida’

Hedîl Nayîf û hevala wê piştî mehkemê dîsa radestî çeteyê ji cem wî reviyabûn tên kirin. Hema di deriyê dadgehê de çete dest bi lêdanê dike. Di dewamiya axaftina xwe de Hedîl wiha dibêje: “Darê di destê wî de heta em gihîştin malê ji lêdana me şikestibû. Dema em gihîştin malê me xist odeyekê û bi zincîrê dest û lingên me girêda û dest bi lêdanê kir. Ji êvarî heta serê sibê 4’an bi zincîr, kablo û daran li me da. Herî zêde li lingê me dida û xwîn ji bin lingên me diherikî. Di ser de jî digot rabin li ser lingên xwe bigerin û bi lingê xwe odê paqij bikin. Ji wê lêdanê heta niha lingê min hîn jî baş nebûye.”

Dema min got ‘hûn hevalên PKK’î ne’, heval keniya!

Piştî 4 sal û nîv Hedîl Nayîf ji aliyê şervanên YPJ û YPG’ê ve tê rizgarkirin lê demek dirêj di şoqê de dimîne û her dibêje ‘ez di xewnê de me.’ Hedîl kelecan û coşa roja hatiye rizgarkirin wiha bilêv dike: “Çeteyê ez gel vî girtîbûm li Dêrazorê ji aliyê hevalan ve hate girtin. Wê çaxê em li Idlibê dihatin girtin. Di lêpirsînê de çete li xwe mikur tê ku jinên Êzîdî li ba wî hene. Heval jê re dibêjin bi telefonê gazî wan bike ku bila bên Tebqayê. Bêyî ku haya me ji tiştekî hebe ez û keça xwe em bi rê ketin û em hatin Minbicê. Li wir heval hatin pêşiya me. Dema min heval dîtin min bawer nekir ku em xilas bûne. Min digot qey ez di xewnê de me. Hevalekî xort ku bi cilê eskerî bû, ji min pirsî ‘tu me nas dikî?’ Ji ber me berê jî hevalên PKK’ê naskiribû min got ‘erê hûn hevalên PKK’î ne.’ Heval keniya û got ‘na em YPG’î ne.’ Ez di nav şoqekê de bûm. Li vir hevalan sûretê min kişandin û ji malbata min re şandin. Piştî çend rojan em derbasî Kobanê bûn. Li vir hevalan derheqê tiştên hate serê me de ji me pirsan pirsîn û nivîsandin. Heval hemû bi me re gelekî eleqadar dibûn. Piştî 16 rojan hevjinê min hate cem me. Em ji wir derbasî Qamişloyê bûn. Li zîndana Qamişloyê jinên DAIŞ’î hatibûn girtin. Hevalan ji me pirsî di nav wan jinên çeteyan kesek nas dikin heye yan na? Dema min li wan nêherî min jinek ku bi eslê xwe fransî bû nas kir. Dema em li cem wê bû vê jinê xwestibû hevala min bikuje.”

‘heta hemû windayên me neyên azadkirin ez xwe azad hîs nakim’

Hedîl Nayîf yek ji wan jinan e ku ji aliyê hêzên azadiyê ve hatiye rizgar kirin û vedigere welatê ku di oxira wî de ewqas berdêl hatiye dayîn. Dibîne ku êdî Şengal azad e û jiyanek nû hatiye afirandin. Dema bahsa hevalan dike çavên wê dibiriqe. Bi alikariya hevalan û malbatê hewl dide ku birînên wan rojên bi êş bipêçe. Hedîl êdî di ferqê de ye ku azadî ne tiştekî takekesî ye. Ji ber vê dibêje ‘heta hemû windayên me neyên azadkirin ez xwe azad hîs nakim.’

Hîn jî ji malbata min 4 kes winda ne

Hedîl Nayîf herî dawî wiha behsa vegera Şengalê dike: “Piştî em vegeriyan Şengalê wekî ez ji nû ve dayîk bibim. Hîn nû min fêm kir ku rastî jî em rizgar bûne. Tiştên ku me jiyan kir tiştên hêsan nebûn. Birayê min hîn nebûbû 20 salî ku bavê du zarokan bû, heta niha winda ye, em nizanin çi hat serê wî. Xwişka min, hevjina wê û kurê wê yê 14 salî hîn di destê DAIŞ’ê de ne. Xwişkeke min 4 salî bû ji bo ji min qût nekin min gotibû keça min e, ji min girtin û birin. Ewqas îşkence pêkiribûn ku hîn jî nikare xweş biaxive. Xwişka min a 16 salî di encama bombebaranên hewayî de jiyana ji dest da. Malbata dayîka min û jinbava min piştî salekê bi diravan ji destê DAIŞ’ê stendin. Hîn jî ji malbata min 4 kes winda ne, em derheqê aqûbeta wan de tiştekî nizanin.”

‘Hîn jî ez xwe azad û aram hîs nakim’

Hedîl da zanîn ku tu car ewê van rojan jibîr neke û wiha bidawî kir: “Ne mimkun e ez wan rojan jibîr bikim. Dema ez di destê DAIŞ’ê de bûm, gelek caran fikirîm ku dawî li jiyana xwe bînim lê keça min a biçûk bi min re bû, ji ber wê min ev fikra xwe bicih neanî. Piştî ez vegeriyam Şengalê me hemûyan hewl da ku em birînê xwe bipêçin. Derdor ji bo ez xwe kom bikim alikarî dan min. Min zewaca xwe dewam kir, çend zarokên min din jî çêbûn. Lê ya rast êdî tu tamê ji jiyanê nagirim. Dema ez diçim mala dayîka xwe ez xwişk û birayên xwe nabînim ez bêtir diêşim. Hîn jî ez xwe azad û aram hîs nakim. Gelek caran ez wan rojan di xewnên xwe de dibînim. Dizanim heke rojekê hemû windayên me vegerin encax wê çaxê baştir bibim.”