Çaremîn Mihrîcana Şehîd Zîlan li Qamişloyê hat lidarxistin

Duh li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê di bin dirûşma “Zîlan Xwedawenda Azadiyê” çaremîn mihrîcana Şehîd Zîlan li dar xist.

Qamişlo- Di salvegera 28’emîn a şehadeta têkoşera Tevgera Azadiyê Zîlan (Zeyneb Kinaci) ku di 30’ê Hezîrana sala 1996’an de bi çalakiyeke fedayî ya li dijî leşkerên dewleta Tirk li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê çaremîn Mihrîcana Şehîd Zîlan di bin dirûşma “Zîlan Xwedawenda Azadiyê” li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê di mihrîcanê de amade bûn.

Di mihrîcanê de li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê û Rêxistina Kongra Star axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser berxwedaniya şehîd Zîlan û girîngiya şopandina riya jinên têkoşer.

‘Ew ji bo me xwedawend e’

Di mihrîcanê de, li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Soryas Simo axivî. Soryas di destpêka axaftina xwe de çaremîn Mihrîcana Şehîd Zîlan pîroz kir û wiha pê de çû “Em mihricanê li Rêber Apo, hevalên me yên di girtîgehan de û gerîlayên serê çiyayan pîroz dikin. Armanca şehîd Zîlan bi vê çalakiya ew bû ku derbê li dijmin bixe, vê gavê guhertinên dîrokî çêkirin bi taybetî ji bo xeta têkoşîna jinan. Pêwîst dike ku em jî di kesateya xwe de wateyê bidin vê pêngavê û bi ruhê şehîd Zîlan tevbigerin.”

Paşê, li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed axivî, bal kişand ser şehîdên jin ên riya azadiyê û di heman demê de destnîşan kir ku şehadeta Zîlan wateyeke mezin e ji bo gelê Kurd bi taybetî ji bo jinan.”

 ‘Bi hezaran Zîlan hene’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Mîdya Ebdulrehman Zîlan bi bîr anî, da zanîn ku ew ji bo bîranîna Zîlan li bajarên cuda çalakiyan li dar dixin û got: “Meha Hezîranê meha lehengî û fedayiyan e. Em dixwazin her dem şehîd Zîlan zindî bihêlin. Her wiha têkoşîna wê bidin naskirin. Bi taybetî ji bo me jinên ciwan, ew xwedawend e. Em wê di ruhê xwe de dibînin û li ser şopa wê bi hezaran jin hene. Em bi xwe şervanên Zîlan in. Di heman demê de em hêza dilê şehîd Zîlan bi bîr dixin ku çawa dikaribû di dilê dijmin de xwe biteqîne. Em li vir soz didin ku em ê ruhê wê zindî bihêlin di dilê her mirovek de. Her wiha em soza têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo didin.”

Mihrîcanê bi gelek komên hunerî yên stran, govend û şanoyê yên ku bi berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin, berdewam kir û bi dawî jî bû.