Çand û Hunera Qamişlo: Em ê bi berxwedanê xeta îxanetê têk bibin

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê li dijî axa Başurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Qamişlo – Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê beriya çend rojan li dijî axa Başurê Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Li dijî êrîşan Kurd û dostên xwe li her aliyên Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyan van êrîşan şermezar kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gel dadikevin qadan û van êrîşan bi çalakiyên cur be cur şermezar dikin. Îro jî Çand û Hunera bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên Çand û Huner û Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişlo û Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrîş şermezar kirin. Daxuyanî  ji aliyê Endama Çand û Hunerê  Zîlan Ebîd El-Mecîd ve hatiye xwendin.

Zîlan Ebîd El-Mecîd balkişand ser pilanên navnetewî yên li ser herêmê û wiha got: “Li gorî rewş û bûyerên ku li Kurdistan û cîhanê diqewimin, êdî eşkereye ku hêzên dagirker û yên navdewletî dixwazin piştî pilanên sedsala ku niha bi dawî dibin, ji nû ve statûya xwe bi cih û mayînde bikin. Bê guman bandora herî mezin jî li ser Kurdistanê ye, ji ber ku doza kurd û lihevkirinên pêkhateyan bi fikir û ramanên Rêber Apo, bi projeya netewa demokratîk ya ku bûye nimûneya çareseriyê ji hemû pirsgirêkên cîhanê re û deng vedaye. Ev dengvedan jî li xweşiya modernîteya sermayedar nayê, ji lewra dêrî li ber êrîşeke berfireh û giran vekiriye. “

“Şerê topyekûn li dijî kurdan pêk tînin”

Zîlan Ebîd El-Mejîd diyar kir ku ewê bi berxwedaniya xwe xeta îxanetê têk bibin û wiha domand: “Di roja me ya îro de bi çemberkirina Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê ji aliyê rejîma Sûriyê ve û êrîşên dewleta Iraqê li dijî xweseriya Şengalê, bi pêşengtiya dewleta tirk êrîşên ku li ser Rojavayê Kurdistanê diqewimin, li Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê û dîsa li ser xeta Şehbayê, li Başurê Kurdisitanê bi hevkariya PDK’ê hewildanên dagirkeriyeke nû bi êrîşên li ser çiyayên azad û Gerîllayên ku bûne mertalên hebûna gelan heye. Her wiha li Bakurê Kurdistanê êrîşên siyasî li ser HDP’ê û kûrkirina tecrîda li ser Rêber Apo, him jî gefên çeteyên DAIŞ’ê di van her du rojên dawî de hemû nîşaneya lihevkirinên nîjadperest û faşîstan e. Diyare ku bi hev re şerê topyekûn li dijî vîna gelan û bi taybet jî li dijî hebûna kurdên azad dane. Armanca van êrîşan jî rizgarkirina faşîsta AKP-MHP û pergala sermayedar ji qeyrana ku di sedsala 21’an de jiyane ber bi tunebûnê diçin  û dixwazin nefesekê bistînin. Li ser vê bingehê em ê komplo û van pîlanên dagirkerî û tunekirinê vala derbixînin. Bi geşkirina çanda xeta berxwedaniyê di her aliyên Kurdistanê û derveyî welat. Bi pîvanên şerê gelê şoreşger, bi bîr û baweriya çanda netewa demokratîk, em ê bi berxwedaniyê xeta îxanetê têk bibin û weke gel û gerîla li seranserî Kurdistanê em ê bi hev re di yek çeperê de bin.”

“Em ê desturê nedin dagirkeriyê”

Rêveberiya Navenda Çand û Hunera şehîd Dîcle ya bajarê Dêrîkê, Şemal Reşîd êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê şermezar kir û wiha helwesta xwe parve kir: “Em êrîşên dewleta tirk li dijî axa Başurê Kurdistanê şermezar dikin. Beriya vê jî dewleta tirk pirî caran êrîşî şervanên me kir, lê îrade û hêza şervanên me ji dewleta tirk xurtir e. Beriya çend rojan cardin dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir û ruxmê teknîkê wê xurt e, lê wê cardin wê bişke. Şervanên me xwedî hêz û baweriye, ji lewra mirovên xwedî bawerîbin li hember zilim û zordarî tucaran naşkin. Em cardin hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re şermezar dikin û bang dikin ku karên qirêj nekin. Ji ber em dizanin dewleta tirk dijmina kurdan e û êrîşê me dike, lê em ya PDK’ê qebûl nakin ji ber ew xwe jî qaşo kurdin. Dema dewleta tirk êrîşî axa Kurdistanê dike, divê PDK’ê li beramber vê êrîşî biseke, lê mixabin li kêlek dijmin diseke û bi wan re êrîşî kurdan dike. Kes nikare kurdan têk bibe, ji ber îradeya me ji êrîşan xurtir e. Em wek gel jî em ê her di nava çalakiyan de bin û şopdarî şervanên xwe bin. Wek Çand û Huner jî me daxuyanî da û em dibêjin em pişta zarokên xwe ne û em naxwazin ev şer dewam bike. Em hêvîne ev şer biseke û dewleta tirk têk biçe.  Em aşitî, wekhevî û aramiyê dixwazin.”

“Dagirker dixwazin vîna Gelê Kurd bişkîne”

Rêveberiya Hîlala Zêrîn Mîzgîn Çolax jî êrîşên dewleta tirk li Başurê Kurdistanê şermezar kir û got: “Ev çend rojin dewleta tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike û ev yek tê wateyê ku dijmin dixwaze vînê gelê Kurd bişkîne. Dixwazin bi van êrîşan gel û hêzên wan ên parastinê ji hev qut bike. Her kurdek ku dixwaze bi awayekî azad bijî, dixwaze wê nefesî qut bike. Ev hemû kiryar jî armanên dijminin. Armanca dijmin ewe ku êrîşên kurdan bike û destkeftiyên wê tune bike. Her wiha naxwazin projeya Rêber Apo ya ku netewa demokratîkê bi ser bikeve. Em pişta zarokên xwe ne, ji ber ên ku jiyanek azad li me bidin jiyîn şervanên me ne. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê li ser piyan bin û çalakiyên xwe dewam bikin. Helwesta me nete û em ê li ser şopa şervanên xwe bimeşin.”