Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî êrîşan rabûn

Li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê li Kobanê, Hesekê, Heleb, Qamişlo û Şehbayê meş û çalakî hatin lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Li Kobanê, Hesekê, Heleb, Qamişlo û Şehbayê bi meş û çalakî li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin lidarxistin. Di meş û çalakiyên ku veguherîn serhildanê de, gel li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê bertekên xwe anîn ziman.

Kobanê

Li dijî êrîşên dewleta tirk ku bi hevkariya PDK`ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, îro bi hezaran kes li kantona Kobanê bi malbatên têkoşerên ku li herêmên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, ciwan, xwendekar, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl meşiyan. Meşê bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimre îxanet" ji qada Jina Azad dest pê kir, ber bi qada şehîd Egîd ve herikî û rawestiya.

Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, paşê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî û got: "Em ne berxên li ber kêrê ne û em ne Kurdên berê ne. Her wiha em ê weke gelê Kurd nebin qurbaniya şerê qirêj ê ku li Rojhilata Navîn tê kirin. Ji niha û şûn ve em ê tu carî ranewestin, em ê yek bi yek bibin gerîla û li her deverê belav bibin. Ji bo PDK`ê û malbata Berzanî jî em dibêjin ku navê we ket dîroka îxaneta Kurdistanê. A niha li çar perçeyên Kurdistanê, heval û hogirên Kurdan rabûne ser piyan û em dibêjin na ji îxanetê re û na ji dagirkeriyê re."

Hesekê

Bertekên li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de ku wek hewldana derbekirina projeya neteweya demokratîk tê binavkirin, berdewam dikin. Îro bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû neteweyên xwe lêkirina dîwar û êrîşa hevbeş a dewleta tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî Zap û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşek şermezar kirin. Di meşê de endam û rêvberên saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star, Partiyên siyasî, Meclisa Ermenî, Yekitiya jinên Suryan beşdarî meşê bûn. Meşvanan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa” Ji ixanet û sîxurtiyê re na, hevkariya bi dewleta tirk re dijminatiya hemû gelan e” hilgirtin. Meşê ji ber çarxereya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê dest pê kir û li ber gulistana Rêber Ocalan ya taxa Nasra veguherî mîtîng.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, i navê Kongra Star Semer Abdulah axivî û wiha got: “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Zap, Avaşîn û Metînayê bi armanca zindîkirina desthildariya Osmaniyan e. Lê ev êrîş bi lihvekirinek di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de pêk hat. Bi taybetî piştî serdana Nêçîrvan Berzanî ya Tirkiyeyê pêk hat. Lêkirina dîwar di navbera Şengal û rojava de jî planek perçebûnê ye dixwazin derbeyek li îradeya Şengalê bixin lê xuya ye hikûmeta Iraqê fermana 2014’an ji bîr kiriye ku çawa rê da çeteyên DAIŞ’ê komkujiyê li ser gelê Êzidî pêk bînin. Wê çawa baweriya vî gelî carek din bi hikûmeta Iraqê were? Tu carî ev plan nayê qebûlkirin û yê ku Şengalê bi rê ve bibe wê gelê wê be. Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê planên perçekirinê qebûl nakin û em ê piştgirî bidin gelê xwe yê Şengalê.”

“Gerîla ji bo xelasiya mirovahiyê têdikoşe”

Li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Kenan Berkat bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku piştgirî bidin gerîla û wiha anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker dijminê mirovahiyê ye, bila kes xwe nexapîne vegerin li dîrokê binêrin, dîrok şahidê komkojî û desthildariya dewleta Osmanî li ser hemû gelê herêmê ye. Îro hevpeymanên ixanetê pêk tên. Bi navê hemû pêkhateyên Hesekê banga me ji gelê Başûr re ew e ku rê nedin zarokên wan, çekan li hemberî gerîla rakin. Gerîla zarokên me ne, hebûna me ne, yên ku me ji hovîtî û desthilatdariyê xelas bikin gerîla ne, çawa Şengal ji çeteyan rizgar bûîro ji bo xelasiya mirovahiyê têdikoşin.”

Heleb

Dewleta tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê bi rengekek pir hovane êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike û dixweze dagir bike. Di heman deme de jî li dijî qetlkirina jinan a ku di van demên dawiyê de pir zêde bûye Tevgera Hîlala zêrîn a bajarê Helebê çalakiyek bi tevlibûna bi dehan endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û çand û hunerê li navenda Hîlala Zêrîn a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd Şerqî li dar xist. Hola çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tiştên kevnar û alên tevgera Hîlala Zêrîn hatibû xemilandin.

Li ser navê Rêveberiya Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê Rengîn Mihemed axivî û got: “Di van demên dawî de em dibînin ku kuştina jinan pir zêde bûye, jin tên revandin, qetilkirin, tecawizkirin û dibin qurbaniyên zîhniyeta desthilatdar. Em dixwezin rê li pêşiya kuştina jinan bê girtin û em dibêjin na ji kuştina jinan re. Ji aliyê din ve ji bo ku vîna Kurdan bişkînin bi hemû cureyan êrîş dikin. Dewleta tirk ji bo ku axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û gerîlayên azadiyê tune bike êrîşên hewayî û bejahî daye destpêkirin. Em li dijî îxanetê ne, em naxwezin şerê birakujiyê di navbera me de derkeve ji ber ku ev xeteriyeke pir mezin li ser kurdan e armanca dijmin jî ew e ku Kurd xwe bi xwe rabin hev. Divê li xwe vegerin Kurd destên xwe bidin hev û li hemberî dijminê gelê Kurd şer bikin. Banga me ji gelê kurd re heye ku yekitiya xwe xurt bike û li axa xwe xwedî derkeve û rê nede dagirkeran. Dive gelê me yê Başûr ji her derê li dijîn rabin serhildanê û li dijî van kiryaran bertekên xwe nîşan bidin.

Pişt wê ji aliye koma Şehîd verjîn a tevgera Hîlala Zêrîn ve stran hatin pêşkêşkirin li ser Zap û Zagrosê.

Qamişlo

Dewleta tirk a dagirker ev demeke gef li tevahî herêmên Kurdistanê dixwarin, herî dawî berî du rojan êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kir. Têkildarî şemezarkirina van êrîşan Dayikên Şehîdên Tevgera Azadiyê a Bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha dayikên şervanên azadiyê daxuyanî dan. Daxuyanî li navenda PYD’ê ya taxa Kornîş a Qamişloyê bi tevlibûna bi dehan ji dayikên şehîdan hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Qamişloyê şaha Xelîl ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Êrîşên ku îro li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin li dijî hemû pîvanên aştî û exlaqê mirovahiyê ne. Ji dîrokê ve em dizanin li dijî şervanên azadiyê êrîşên bênavber berdewam dikin. Helbet tfaqên nû di navbera Başûr û Tirkiyeyê de hebûn heya ku êrîş ewqas dijwar bû. Her wiha destên dewletên navneteweyî jî di nav de heye. Projeya me projeya Neteweya Demokratîk e ji bo wê fikir û felsefeya Rêber Apo ji aliyê dewletên desthilatdar ve nayê qebûlkirin. Hêzên desthilatdar bûne tucarên şeran. Em îxaneta mala Berzanî bi êrîşên dewleta tirk re şermezar dikin, wê nikaribin bi êrîşan bexwedana me û tevgera me xelas bikin. Her dem berxwedan, têkoşîn û îradeya me wê biserkeve.”

Şehba

Meclisa Mabatên Şehîdan a herêma Efrînê li dijî êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê meşek bi dirûşma “Hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya tirk re îxanet e” li dar xistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha bi hezaran ji welatiyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên azadiyê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsa “Em li pişta Zapê, Avaşîn, Garê û gerîla ne” û”Bimre Îxaneta PDK’ê” hatin hildan. Meşê ji çarxeriya gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehrezê bi berzkirina dirûşmên “Bimre Îxanet” û “Bijî berxwedana Gerîla” heya qada wargeha Serdemê domiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa kantona Efrînê Şaziya Ibrahîm axivî û got: “Em êrîş û îxaneta PDK’ê bi tundî şermezar dikin. Berzanî bi îxanet û komkujiyên dewleta tirk re her dem hevkar e. Mala Berzanî careke din siyaseteke qirêj li ser gelê Kurd didin meşandin. Ev êrîşên ku niha li ser Herêmên Parastina Medyayê tên kirin bi destên hemû dewletan e. Em jî weke dayik ji Şehbayê heya çiyayên azad piştgiriya zarokên xwe dikin û bang li hemû dewletan dikin ku ji siyasetên qirêj, ên li ser jiyana zarokên me dikin, dûr bikevin. Êdî dem dema azadiya Rêber Apo û herêmên dagirkirî ye.”