Li Mexribê mamosteyek bi tawana tacîzkirina xwendekarên jin hat girtin
Li Mexribê mamosteyekî zanîngehê bi tawana tacîzkirina xwendekarên jin hat girtin.
Mexrib – Li bajarê Mehmediyê yê Mexribê mamosteyekî zanîngehê bi tawana tacîzkirina xwendekarên jin hat girtin. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Netewî ya Mexribê ku du xwendekarên jin ji aliyê mamosteyekî zanîngehê yê 62 salî ve hatin tacîzkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sûcdar ji bo eşkerekirina hemû şert û mercên vê dozê di çarçoveya lêpirsîna edlî ya ku di bin çavdêriya Serdozgeriya Komarê de tê kirin, hatiye girtin.