“Welatiyên Şengalê li hemberî êrîşan biriyara berxwedanê dane”
Kinê Xidir a li ser navê Şengaliyan daxuyanî da got: Em weke jinên Şengalê weke gelê Şengalê heya dawiyê emê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin, emê heya dawiyê li bermberî îxanet û listokên wan ên qirêş şer bikin.”
Şengal - Welatiyên Şengalê yên li bermberî êrîşên artêşa Iraqê li ser piyanin, têkildarî rewşê li navenda Asayişa Êzdîxanê ya navçeya Sînunê daxwiyanî dan. Daxwiyanî ji aliyê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir ve hate dayîn.
Kinê Xidir da zanîn ku ew weke civaka Êzidî heya dawî wê ji bo parastina deskeftiyên xwe di nava tekoşînê de bin û got: “Em îro li gel asayişa xwe amade bune. Hukumeta Iraqê dixwaze em deskeftiyên xwe yên ku me bi xwîna şehîdên xwe avakirye bi hêsanî li cih bêhêlin û koletiyê bi pejirînin. Em weke dayikên Şengalê weke gelê Şengalê heya dawî emê tekoşîna xwe bilind bikin, emê parastina mafên xwe bikin û ji bo avakirina Şengalek xweser çi ji me bê xwestin emê bikin. Ger em Asayiş û hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ’ê jî bidin artêşa Iraqê jî cardin wê me neparêzin ji ber wê jî heya yek ji me heye emê piştevaniya zarokên xwe bikin, em ê zarokên xwe, çiya, bawerî û çanda xwe biparêzin. Ki dibe bila bibe ger hêzek were bixwaze civaka me belav bike, bawerî û çanda me tune bikin emê heya dawî xwe biparêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em weke jinên Şengalê weke gelê Şengalê heya dawiyê emê nehêlin tu hêz êrişê zarokên me bikin emê heya dawiyê li bermberî îxanet û listokên wan yên qirêş şer bikin.”