Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûr, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 98’emîn didome.

Mexmûr – Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 98’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 97’emîn Pinar Bayar axivî.

‘Tu hêz nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bike’

Pinar Bayar di destpêka axaftina xwe de 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pîrozkir û wiha axivî: “Em 46’emîn damezrandina partiya me PKK’ê li mimarê azadiyê Rêber Apo, li gerîlayên azadiya Kurdistanê û tevahî gelê Kurd pîroz dikin. Ev 26 sal in Rêber Apo li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi salane ji bo pêşîgirtina belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo tecrîdek giran dimeşîne û dixwaze gelê Kurd û Rêber Apo jî hev qut bike. Lê tu hêz nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bike.”

‘Yekane armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Pinar Bayar, diyar kir ku yekane armanca van azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Ev zêdetirê saleke li Wargeha Mexmûrê ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya nobetê didome. Gelê me li seranserê Kurdistanê û cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî pêktînin. Yekane armanca çalakiyên me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Tişta ku Serokatî ji me dixwaze mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Heta ku em bigîhin armanca xwe dev jî têkoşîn û çalakiyên xwe bernadin.”

Pinar Bayar, di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jin, ciwan û gelê Kurd kir ku erk û berpirsyartiyên xwe pêkbînin û têbikoşîna xwe mezintir bikin.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.