Jinên bajarê Sineyê li dijî şîdetê li benda piştgiriyê ne
Jinên bajarê Sineyê diyar kirin ku ji ber paratina zagonî tune ye, şîdet her diçe zêde dibe û xwestin ji bo jinên rastî şîdetê hatine û neçar mane ji malên xwe derbikevin, piştgirî were dayîn.
AMÎRE MUHAMMEDÎ
Sine- Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, her diçe şîdeta li dijî jinan zêde dibe. Jin bi zextên civakî mehkûmê nava malan dibin, malên ku cihê herî bi ewle tên dîtin jî bûne navendên şîdetê. Jin li dijî şîdeta li wan tê kirin, ji ber zextên civakê gelek caran bêdeng dimînin.
Pêdiviya bi hezaran jinan bi alîkariyê heye
Ajna Azîmî ya li Sineyê dijî jineke karker e. Ajna Azîmî diyar dike ku jin, li gorî civaka di nav de dijîn teşe digrin û dibêje ku ku bertekên jinan jî li gorî şêwazê mezinkirinê ne. Aşna Azîmî diyar kir ku bertekên jinan ên li dijî şîdetê li gorî civakên ku di nav de dijîn cuda ne û wiha axivî: “Heta îro min gelek jinên ku rastî şîdetê hatine dîtiye. Mînak; jineke bi navê Perwane, beriya çend salan, bi mêrekî ku 15 sal jê mezintir bû re hatibû zewicandin. Kêfa wê ji xwendinê re dihat lê hevjînê wê ji ber ku bawer dikir jineke pirtûkê bixwîne, ji bo malbatê bi xeter e nedihişt lê wê bi awayê veşarî pirtûk dixwend. Rojekê dema ku hevjînê wê vê yekê hîn dibe lêdide. Ji ber wê yekê Perwane vegeriya ba malbata xwe lê malbatê ew qebûl nekir. Perwane li min geriya û hat ba me, demek di mala bi ewle de ma. Nedixwest vegere lê ji ber ku hê hevberdan çênebûbû vegeriya û niha jiyana wê di xeterê de ye. Bi hezaran jinên wiha hene. Tenê êşên wan cuda ne lê hemû jî pêdiviya wan bi alîkariyê heye.”
Jin neçarî vegera malê dimînin
Aşna Azîmî diyar kir ku jin weke ‘koleyên’ civaka baviksalar tên dîtin û got ku dema li dijî vê şîdetê derdikevin jî ji aliyê civakê ve tên redkirin. Aşna Azîmî got ku jinên ji ber şîdetê ji malbatên xwe vediqetin, hewl didin cihekî kar ji xwe re vekin bixebitin an jî malek bibînin, rastî gelek pirsgirêkan tên û da zanîn ku gelek jin neçar dimînin vegerin ba malbatên xwe.
‘Divê piştgirî ji jinan re were dayîn’
Aşna Azîmî ji bo pirsa “Çareserî çi ye?” li bersivan digere û dibêje: “Gelo riyeke ku mirov wan rizgar bike yan na? Gava yekem ew e ku mirov cihekî bi ewle yê lê bimînin ji wan re bibîne. Ev yek jî berpirsyariya hikumetê ye. Ji bo ev jin werin parastin û ewlehiya wan çêbibe divê malên bi ewle werin avakirin. Destpêkê divê li gorî jinan mekanên paqij û bi ewle werin avakirin.”
Aşna Azîmî bal kişand ser zêdebûna bikaranîna tiryakê jî û wiha domand: “Ji bo jinên ku bi madeyên hişbir re hatine girêdan divê tedbîr werin girtin lê mixabin ji ber ku tedbîr nayên girtin, her car vedigerin û didomînin. Ev veger jî gelek daran bi felaketê bi dawî dibe. Ji ber vê yekê tişta ku divê komeleyên jinan û saziyên civakî bikin, xebatên baş ên ji bo jinan in.”
‘Ger neyên parastin dê encam felaket be’
Aşna Azîmî bi gotinên; “Ez rica dikim bila her kes cudahiyan bide aliyekî ji jinan re alîkariyê bike. An na ji ber bê tedbîriya hikumetê dê baweriya van jinan bi pêşerojê nemîne, bibin parsek û nexweşên tiryakê” wiha bi dawî kir: “Ji bo jinan dikarin malên bê pêre, derfetên kar, projeyên ji bo xebatê bixin meriyetê. Divê jinên aktivîst bibin dengê van jinan û ji bo wan bixebitin.”