Jinên ku vedigerin Sûriyeyê di kampan de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin

Jinên Sûriyeyî yên ku ji ber êrîşên Îsraîlê ji Lubnanê vegeriyan Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, li kampan ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar in. Jin ji pêşeroja xwe û ya zarokên xwe bi fikar in.

SELAM EL OMER

Idlib – Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, gelek malbatên Sûriyeyî vegeriyan welatê xwe û li cihekî ewle geriyan. Lê li Sûriyê jî malbat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Li gorî amarên xwecihî, nêzîkî 4 hezar malbat ku piraniya wan jin û zarok in, piştî rêwîtiyeke dijwar a koçberiyê gihîştin Idlibê ya bakurê Sûriyê. Li Îdliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê de ye, malbat di kampên qelebalix de dimînin û li vir rastî gelek zehmetiyan tên.

Zehra El Kesar ya 28 salî ku ji Lubnanê koçber bûye û berê xwe daye kampên li Idlibê got: “Ez nizanim ez ê çawa zarokên xwe li vir xwedî bikim. Dibistan tune ne. Ewlehî tune ye û pêşerojeke zelal tune ye. Hîs dikim em di çarçoveyeke ji azaran bidawî nabe asê mane."

‘Ewlehiya zarokên min tune bû’

Zehra El Kesab wiha gotinê xwe berdewam kir: “Ji ber rewşa zehmet û êrşên dijwar min biryar da ku ez li bajarê xwe derkevim, ji ber ez ji ewlehiya zarokên xwe tirsiyam. Ti bijarde li pêşiya min neman bi taybet xizmên min li Lubnanê tune ne. Min digot qey vegera min wê hinek ewlehî bi xwe re bîne lê belê ez ji zehmetiyên jiyanî matmayî mam. Bi taybet ez niha di konekî de dijîm min ji sermayê naparêze û zarokên min nizanin wê çawa fêrî jiyana xwe ya nû bibin. Weke ku em ji êşekê ber bi êşeke din ve çûn. Kampên koçberên ji Lubnanê vegeriyane dihewînin baldariya tenduristî li wan peyda nabin ji ber wê azarên jinan û zarokan duqat dibin."

‘Soza hin rêxistinên mirovî ku dan me pêk nehat’

Nisrîn Silêman jineke ciwan e bi dayîka xwe ya nexweş re berê xwe daye Idlibê û wiha qal kir: “Gihaştina me Idlibê bi serê xwe pirsgirêkek din bû. Em di kampeke biçûk de dijîn. Ava baranê derbasî hundirê konê me dibe. Xwarina ji aliyê rêxistinên alîkariyê digîhêje me jî têra rojekê tenê dike. Pêwîstiya dayîka min bi dermankirinekê heye. Navendên tenduristiyê di kampa em têde ne tune ne. Soza hin rêxistinên mirovî ku ew ê piştgiriya me bikin heta niha pêk nehatine. Ez niha di vê rewşa zehmet de li karekî digerim ji bo malbata xwe xwedî bikim."

‘Riya koçberiyê tijî xeterî bûn’

Huda El Eswed jî 35 salî ye biryar da li hember zehmetiyên jiyanî bisekine û karê xwe yê terzîvaniyê ku li Lubnanê fêr bûye bike û wiha pê de çû: “Sedema koçberiya min ji ber rewşa nebaş û krîza li Sûriyê bû. Lê belê min dît vegera li welatê min çareseriya herî guncaw e. Riya koçberiyê tijî xeterî bûn bi taybet em neçar diman di gelek bendên kontrolê re derbas bibin û pereyan ji bo rê bidin."

Huda El Eswed wiha berdewam kir: "Ez neçar im fêrî jiyana xwe ya nû bibim û li hember zehmetiyên jiyanê bisekinim. Ez vê yekê tenê bi alîkariya xwe dikim bêyî ku alîkariyan ji rêxistinên navneteweyî bixwazim. Çawa gihîştim bajarokê Dêr Hesan bakurê Idlibê min dest bi karê xwe kir. Gelek jin berê xwe didin min ji bo ji wan re cilan çêkim."

Ajansa me hevdîtin bi hin çalakvanên jin re jî kir. Li gorî agahiyên ku ew parve dikin jinên vegeriyane Sûriyê gelek zehmetiyan di kampên belavbûyî de dibînin. Ne ava paqij ne ceyran ne baldariya tenduristî heye. Gelek ji wan jinan jî di konên rizyayî de dijîn. Bêkarî jî heye ji ber wê azarên wan ên aborî jî zêde dibin.