Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 9 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne.

Mexmûr - Çalakvanên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev 9 meh zêdetirin di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 56’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 55’emîn Evîn Taş axivî.

‘Emê tu caran jiyanek bê Rêber Apo ji bo xwe qebûl nekin’

Evîn Taş di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca çalakiyan mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Ev sê salan zêdetire bi tu şêweyî agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Wek tê zanîn em di pêvajoyek mayîn û nemanê de jiyan dikin. Dewleta faşîst dixwaze me fêrî jiyanek bê Rêbertî bike. Wek gelê Kurd bi taybet wek wargeha Mexmûr emê tu caran jiyanek bê Rêber Apo ji bo xwe qebûl nekin. Hemu berxwedan û têkoşîna me wê li ser armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.”

‘Wê berxwedan me heta dawî bidome’

Evîn Taş di dawiya axaftina xwe de biryardariya berxwedanê ya gelê Mexmûrê bi van gotinan anî ser ziman: “Em berxwedan û têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet gêrîlayên azadiyê yên ku îro di çeperên herî giran de liberxwe didin silav dikin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li çiyayên Kurdistanê şerê her dijwar tê jiyankirin. Ji bo vê yekê çi ji destê me were wek jin, jinên ciwan, ciwan û gelê Mexmûrê bi giştî wê berxwedan me heta dawî bidome.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.