NY: 110 hezar Filistînî ji Refahê derketin

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku tê texmînkirin ji Refahê ya dikeve başûrê Zivala Xezayê nzîkî 110 hezar kes derketiye.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) ya Netewên Yekbûyî (NY) hat diyarkirin ku ji ber Îsraîlê êrîşên xwe zêde kirine bi zorê ji cîhê xwe bûyîn berdevam dike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “UNRWA texmîn dike ku 110 hezar kes ji bo lêgerîna ewlehiyê ji Refahê reviyane. Lê li Xezayê tu der ne bi ewle ye, şert û mercê jiyanê pir xerab e. Tenê heviyek heye ew jî agirbest e.”

1,9 milyon kes ji cîhê xwe bûn

Êrîşên li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an  ve berdevam dike li Zivala Xezayê 1,9 milyon kes ji cîhê xwe bûne. Piranî Filistînî xwe sipartin bajarê Refahê ku Îsraîlê di got ‘qada bi ewle’ ye.

Îsraîla ku di daxuyaniya xwe ya 6’ê Gulanê de daxwaza valakirina hin taxên li rojhilatê Refahê kiribû, di 7’ê Gulanê de êrîşî herêma Refahê ya Xezayê kiribû û ragihandibû ku aliyê Xezayê ya deriyê sînor ê Misrê hatiye girtin.