Dewleta Tirk agir berda zeviyên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zeviyên dan ber agir. Şewat, ji aliyê ekîbên îtfaiye û rewşa lezgin ve hate vemirandin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî, zeviyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan ber agir. Li gorî agahiyên ANHA’yê derbas kirine, çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Basilê bicih bûne agir bi zeviyên gundên Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê ya dagirkirî dixin. Li zeviyên gundewarên li rojhilatê navçeya Zirganê jî dan ber agir. Şewat, ji aliyê ekîbên agirkûj û rewşa lezgin ve hate vemirandin.

Dewleta Tirk êrişê herêma Binarê Qendîlê kir

Li aliyê din balafirên şer ên dewleta Tirk êrişê herêma Binarê Qendîlê kir.  Têkildarî êrişên balafirên şer yên dewleta Tirk li Binarê Qendîl, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; “Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser esmanê devera Pişder û Binarê Qendîlê digerin. Herwiha gundên Kûzînê û Direbî ji aliyê balafirên şer yên dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.” Li gorî agahiyên bidest ketine, heta niha derbarê encama bombebaranan de tu agahiyên zelal bidest neketine û hate diyar kirin ku êrîş berdewam dike.

Dewleta Tirk êrişî Minbicê kir

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşê gundê Kawikli ya li rojavayê Minbicê jî kirine.