Li Idliba di bin dagirkeriyê de ye zêdebûna nexweşiyên derûnî bal dikşîne

Li bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriyê de ye, ji ber zextên derûnî, tundiya nava malê, binpêkirin û rewşa jiyanî ya xirab di nava jin û zarokên keç de nexweşiyên derûnî zêde dibe. Li bajarê ku derfeta dermankirinê nîne jin ber bi xwekuştinê ve tên birin.

HADEEL EL-OMER

Idlib –  Idlib, bajarê bakurê Sûriyê, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye. Li bajarê ku pevçûn bênavber didomin, sûcên wekî îşkence, girtin, revandin û xespkirinê ji aliyê çeteyan ve dewam dikin. Li gorî çavkaniyên herêmî; Li Idlibê di sala 2023an da 81 hewildanên xwekujiyê hatin kirin. 44 kesên ku piraniya wan jin û zarokên keç in bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê ku roj bi roj jiyan ji bo gel dijwartir dibe, nexweşiyên derûnî jî zêde dibin. Di nav van nexweşiyan de ya herî berbiçav "Nexweşiya Obsessive Compulsive" an bi kurtasî OCD ku nexweşiyek derûnî ye ku ji hêla ramanên obsessive (obsessions) û tevgerên mecbûrî ve ji ber van ramanan têne destnîşan kirin. Yek ji wan kesên ku bi OCD re têdikoşe Hoda El-Husên e ku li kampên li bakurê Idlibê dimîne.

‘Derfetê dermankirinê nîn e’

Huda Al-Hisên a 38 salî ku beriya 3 salan koçî kampên Bakurê Idllibê kir, tedawiya nexweşiya Obsessive-Mecburî dimîne û diyar kir ku ji ber ev nexweşî bandorek neyînî li jiyan û tevgerên wê yên rojane dike, dixwaze ji nexweşiyên stres û fikarê xilas bibe. 

Huda Al-Hisên, destnîşan kir ku nîşaneyên derûnî û fizîkî yên weke kêmxwariniyê, windakirina kîloyan, stres û tirsa zêde ya berdewam, weşandina por, zêdebûna lêdana dil, zehmetiyên xewê, bêhngirtin û êşa bedenê jî di nav de dijî. Huda Al-Hisên, da zanîn ku ev nîşane hemû bûn sedem ku biçe li gel dehan bijîşkan û diyar kir ku bijîşk rewşa wê baş dinirxînin û pêşniyar dikin ku biçe  bijîşkek derûnî.

Huda Al-Hisên, wiha got: “Piştî ku yek ji xizmên min bi nexweşiya kolarayê jiyana xwe ji dest da, min nîşaneyên nexweşiyê dît. Ev yek bû sedem ku derûniya min xirab bibe û roj bi roj nexweşiya min bi pêş ket. Ev nexweşî bû sedem ku depresyonek mezin bijîm û bikevim hewldanên xwekuştinê. Ez niha di pêvajoyeke zehmet de derbas dibim.”

Di şertên kampê de rewşa wê girantir bû

Tenduristiya Rua Al-Xezûl a 28 salî ku li kampên bajaroka Meşhed Rûhîn a li Bakurê Idlibê dimîne jî roj bi roj xirab dibe. Rua Al-Xezûl, bi nexweşiya fikara paqijiyê re rû bi rû ye û ev nexweşî jî cureyek Nexweşiya obsessive-mecbûrî ye. Xwîşka Rua Al-Xezûl Dîma Al-Xezûl, da zanîn ku bi xwîşka wê re nîşaneyên nexweşiyê beriya çend mehan derketiye holê û wiha got: “Ev nexweşiyek paqijiyê ye. Ji ber tunebûna av û paqijiya li kampan, xwişka min hemû kesan qirêj dibîne û nahêle kesek destên xwe bide wê, nêzî wê rûnê û cilên xwe dubare dişû.”

‘Tundiya nav malê derûniya jinan bandor dike’

Şêwirmenda civakî û derûnî Rewan Xelûf, diyar kir ku ji ber tundiya nava malê û zextên derûnî nexweşiyên derûnî yên di nava jin û zarokên keç de li Idlibê zêde bûye û wiha got: “Kêmbûna zanebûna civakî jî li pêşiya dermankirina van nexweşiyan dibe asteng. Piraniya kesên di civakê de baweriya xwe bi bijîşkek derûnî naynin û naçin bijîşkên derûnî. Lê zarokên keç û jinan dibin gel şêxan û ev yek dibe sedem ku nexweş krîzek kûr bijîn.”

Rewan Xelûf bang li hemû kesan kir ku ji bo nexweşiyên derûnî şiyar bin, diyar kir ku ev nexweşî dibe sedema xwekuştina jin û zarokên keç û ji ber vê divê ji bo dermankirinê serî li bijîşkên derûnî bidin.